Bîlmez: Divê daxuyaniya Wezîrê Dadê were bicihanîn

Ji Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê Ibrahîm Bîlmez ku li gel daxuyaniya Wezîrê Dadê yê Tirk, ''Qedexeya li ser hevdîtinê rabûye'' jî bersiva serlêdanên wan nayê dayin, got, bi lezgînî divê daxuyanî were bicihanîn.

Li gel ku di ser daxuyaniya Wezîrê Dadê yê Tirk Abdulhamîn Gul re, ya têkilî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heftiyek derbas bûye jî hê jî parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê nikarin miwekîlê xwe Ocalan bibînin.

Ji Baroya Hiqûqê ya Sedsalê Ibrahîm Bîlmez got ji bo ku ew miwekîlê xwe bibînin serlêdanê dikin lê bersiva wan nayê dayin. Bîlmez diyar kir ji 16'ê Gulanê û vir e, piştî daxuyaniya Gul wan gelek caran serlêdan kirin lê baş an jî nebaş ti bersivek nedane wan. Bîlmez got, ''Heke qedexe nebe çima bersivê nadin serlêdana me.''

Bîlmez got qedexeya li ser parêzeran dijî hiqûqê ye, bi temamî siyasî ye. Bîlmez diyar kir ne tenê hevdîtina bi parêzeran re lê her wiha ya bi malbatê re jî bi kêfî tê astengkirin û naveroka 'cezayên disîplînê' ku dikine hinceta qedexeya li ser hevdîtinê jî ji wa re nabêjin. Bîlmez got, cezayên disîplînê ku 22'yê Nîsanê dane Ocalan, 11'ê Gulanê ew pê hisiyane û parêzer li derî pêvajoyê têne hiştin. Bîlmez diyar kir bi navê cezayên disîplînê seraqet hevdîtin tê astengkirin û got, ew vê rewşê qebûl nakin.

Bîlmez bi bîr xist ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 20 sal in didome û got, ''Li Imraliyê ti hiqûq tine û vîna siyasî biryarê li ser her tiştî dide. Divê dawî li vê tevgera kêfî were.''

Bîlmez herî dawî got niha li ber hevdîtinê ti astengiya yasayî û hiqûqî tine û ya girîng ew e ku tecrîd bi pratîkê rabe û xwest ku demildest hewcehiya daxuyaniya ku Wezîrê Dadê yê Tirk dayî were bicihanîn.