Bîlgen: Erdogan ji ber hilbijartina herêmî gefan dixwe

Serokwekîlê Koma HDP’ê Ayhan Bîlgen diyar kir ku Erdogan ji ber hesabê xwe yê hilbijartina herêmî gefê li ser HDP û hilbijêrên wê dixwe.

Erdogan vê Şemiyê li Kongreya Şaxa Jinan a AKP’ê ya 5’emîn de gotibû ku, “Ji bo ku HDP têkeve parlementoyê, kesên ku piştgirî dane HDP’ê, ew ê hesaban bidin.”

Ayhan Bîlgen ê ku ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî diyar kir ku “Dixwazî bila qala pêvajoyên darizandinê bike, yan jî ji bo tirseke siyasî be, ev tişt ne di warê hiqûqî de û ne jî di warê siyasî de nayê qebûlkirin.”

Bîlgen got ku “6 milyon kesan deng dane HDP’ê. Gel li ser kîjan esasan piştgiriyê dide HDP’ê, HDP jî ew ê li ser wî esasî xebatên xwe bidomîne.”

Bîlgen diyar kir ku Erdogan ji bo hilbijartinên herêmî yên li pêş me van gefan dixwe û got ku, “Kesên ku dengê xwe dane HDP’ê û yên ku dixwazin dengê xwe bidin HDP’ê, Erdogan hewl dide çavê wan bitirsîne. HDP’ê di 24’ê Hezîranê de benda hilbijartinê derbas kiriye û ev lîstik pûç kiriye.”

Li gorî Bîlgen Erdogan dixwaze krîza ekonomîk û ya polîtîkaya derve veşêre. Bîlgen got ku, “Rêya sergirtina kêşeyan ev e ku hedefê biguherînin û berê hêrsa gel bide ser HDP’ê. Bi van hesabên biçûk kêşe nayên çareserkirin.

BEŞTAŞ JI ERDOGAN RE GOT: TU YÊ JÎ BIÇÎ!

Parlementera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş jî li dijî gefên Erdogan daxuyaniyek da. Beştaş li ser hesabê xwe yê twîtterê ji Erdogan re got ku, “Kesên wekî te gelek caran gef li vî gelî xwarin. Hemû çûn. Tu yê jî biçî. Lê ev gel, ew ê her dem li vir be.”