‘Bila girtiyên nexweş bên berdan‘

Li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê her hefte ji bo balê bikişîne ser rewşa tenduristiyê ya girtiyên nexweş çalakî tê lidarxistin. Di çalakiyan de hate gotin ku girtiyên nexweş terkî mirinê hatine kirin û banga hestiyariyê li raya giştî hat kirin.

Li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê her hefte ji bo balê bikişîne ser rewşa tenduristiyê ya girtiyên nexweş çalakî tê lidarxistin. Şaxa ÎHD’a Stenbolê di Rûniştina F ya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa girtiya nexweşa giran Mûhlîse Karaguzel û xwest Guzel bê berdan. Şaxa ÎHD’a Îzmîrê jî bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşê giran Tûrgût Koyûncû ku her ku diçe giran dibe û bang kir ku demildest bê berdan. Her wiha li Enqereyê jî Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî diyar kir ku girtiyên nexweşê giran Suphî Îsmaîl yê rapora “nikare tena serê bimîne” daye wî di hucreye de tê ragirtin û xwest bê berdan. 

STENBOL

Çalakiya “Rûniştina F” ku her hefte ji bo balê bikişîne ser rewşa tenduristiyê ya girtiyên nexweş ji aliye Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ve tê li darxistin, di hefteya xwe ya 536’emîn de li pêşiya avahiya komeleyê hate lidarxistin. Parlamenterê HDP’ê Mûsa Pîroglû, xizmên girtiyan û parazvanên mafên mirovan tev li bûn. Di çalakiyê de pankarta “Bila girtiya nexweş Mûhlîse Karaguzel bê berdan”, “Tedawî maf e nikare bê astengkirin” hatin vekirin û dowizên ku wêneyên girtiyan li ser hatin hilgirtin.

ÎHD’ê di çalakiya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa girtiya nexweşa giran Mûhlîse Karaguzel a 60 salî ku li Girtîgeha Jinan a Bunyana Kayseriyê tê ragirtin. Endamê Komîsyona Girtîgehan ê Şaxa ÎHD’ê yê Stenbolê Mehmet Acettîn ê metnê daxuyaniyê xwend, diyar kir ku ji ber binpêkirinên mafan ên di girtîgehê de şertên jiyanê yên girtiyan zehmet bûne û wiha got: “Girtiyên bi awayekî bitendurist dikevin girtîgehê ji ber şertên girtîgehê di demekî kurt de nexweş dibin.”

‘DI BÊHN WERGIRTINÊ DE ZEHMETIYÊ DIKIŞÎNE’

Acettîn ê ku anî ziman ku nexweşiyên weke dil, şekir, hîpertansiyon, astim, fitika pişt û stû bi Mûhlîse Karaguzel re hene û wiha got: “Ji ber ku şekira wê gelekî zêde ye, derziya însûlînê rojê 4 caran tê danîn. Ji ber ku şekira zêde zerar daye çav û gurçikên wî, êşa giran dikişîne. Her çend ji ber nexweşiyan xwarina diyetê pêwîst be jî, ev pêwîstî bi cih nayê anîn û ev yek jî pirsgirêkên tenduristiyê zêde dike. Karaguzel ku ji ber nerehetiya çavên wî gelek caran anjiyoya çavan derbas kir, doktorên wî gotin ku divê bi lezgînî bê emeliyatkirin. Lê belê ji ber ku di dema vê emeliyatê de îhtimala windakirina çavên wî hebû, emeliyat nehat kirin. Karaguzel ji ber nexweşiya xwe ya astimê ya ku her diçe giran dibe zehmetî dikêşe, nikare razê û ev yek bandorek neyînî li jiyana wî ya rojane û tenduristiya wî dike.”

8 ROJAN DI NAVA NIVÎNAN DE HATE KELEMÇEKIRIN

Acettîn bi lêv kir ku Karaguzel ji ber di sala 2021’an de krîza dil derbas kir û rewşa wê giran bû li Qeyseriyê rakirin nexweşxaneyê û wiha berdewam kir: “Li nexweşxaneyê anjiyo hatiye kirin û 2 rojan di beşa venêrîna awarte de hatiye girtin. Di anjiyoyê de hat destnîşankirin ku gelek demarên diçin dil hatine girtin. Piştî 3 rojan careke din anjiyo hatiye kirin û 8 rojan di nexweşxaneyê de maye. Di nava 8 rojên li nexweşxaneyê de di nava nivînan de hatiye kelemçekirin. Karaguzel ku di 9’ê adara 2022’an de cara sêyemîn krîza dil derbas kir, rakirin Nexweşxaneya Bajar a Qeyseriyê û li vir jî stent xistine demarên wê yên hatibûn girtin. Karaguzel dema li nexweşxaneyê dimîne dîsa di nava nivînan de hatiye kelemçekirin.

Acettîn herî dawî bang li rayedaran kir ku peywîra xwe bi cih bînin û banga hestiyariyê li raya giştî kir. Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên “Bila Mûhlîse Karaguzel bê berdan”, “Bila girtiyên nexweş bên berdan”  , “Tedawî mafê nikare bê astengkirin” bi dawî bû.

ÎZMÎR

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş li pêş Sumerbanka Kevin a Konakê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniya ku rêxistinên sivîl ên civakî û nûnerên partiyên siyasî tev li bûyî de pankartên “Bêdeng nebe, nebe hevkarê vî sûcî, dimirin” û “Girtiyên nexweşên giran dimirin, bêdeng nebe” vekirin. Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê Zafer Încîn ê di daxuyaniyê de axivî, rewşa girtiyên nexweşê giran Tûrgût Koyûncû yê di Girtîgeha Tîpa T a Odemîş de tê ragirtin vegot.

Încîn diyar kir ku Koyûncû 26 sal in di girtîgehê de ye û ji ber pirsgirêkên tenduristiyê ev demeke dirêj e tedawiyê dibine û destnîşan kir ku nexweşiya wî ya sedef pêş ketiye. Încîn bi lêv kir ku ev nexweşî li ser organên wî yên din bandoreke xerab dike û bi bîr xist ku dermanên ji bo vê nexweşiyê tên bikaranîn jî biha ne û anî ziman ku ji ber vê yekê zehmetiyê dikişine ku bistîne.

NIKARE RANDEVUYÊ PEYDA BIKE

Încîn diyar kir ku Koyûncû bi salan e ji ber nerehetiya di qirika xwe de gelek caran xwîn jê çûye û ji ber vê yekê ew her tim birine beşa lezgîn û wiha dewam kir: “Nexweşiyên gih û masûlkeyê yên Koyûncû hene. Her wiha di kepaxê dilê wî de jî pirsgirêk heye. Di hevdîtina parêzer a di 28’ê hezîrana 2022’yan de jî bi lêv kiriye ku nexweşiya wî ya sedefê pêş ketiye, birîn û lekeyên di çermê wî de zêdebûne û mezinbûne, rêveberiyê ji bo sewqa nexweşxaneyê pirsgirêk dernexistî ye lê li nexweşxaneyê randevû peyda nekiriye. Her wiha gotiye ku dereng derxistine revîrê, daxwaza sewqa wî ya nexweşxaneyê di deme xwe de bi cih nayê anîn, dermanên ku diviyabû bi kar bîne dereng hatin dayîn û ev jî bû sedema qutbûna dermankirina nexweşiyê. Tevî van hemûyan wî jî diyar kir ku ji ber ku di çûyîna tedawiyê de pêkanînên ne layiqî rûmeta mirovahiyê ne red kir, randevûyên wî yên tedawiyê hatin betalkirin.”

BILA DEMILDEST BÊ BERDAN

Încîn diyar kir ku tedawî nekirina Koyûncû nexweşiyên wî kronik kiriye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dema nexweşiyên Tûrgût Koyûncû li ber çav bên girtin, girtîgeh nexweşiyên wî kûrtir dike. Ji ber vê yekê divê demildest bê berdan.”

ENQERE

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî di hefteya 408’emîn a çalakiya xwe de ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş li pêş Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê hatin gelhev û daxuyanî da. Di daxuyaniya ku pankarta “Tedawî maf e nikare bê astengkirin. Bila Girtiyên Nexweş Bên Berdan” hate vekirin de Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen axivî.

’12 CARAN EMELIYAT BÛ’

Çevîrmen, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş Adem Amaç û Sûphî Îsmaîl ên li Girtîgeha Tîpa S a Bodrûmê de tên ragirtin. Çevîrmen da zanîn ku Amaç cuda cuda 12 caran hatiye emeliyat kirin û qala pêvajoya emeliyata Amaç kir. Çevîrmen bi lêv kir ku daxwazên taloqkirina înfazê nayên bi cih anîn û wiha got: “Di zikê wî de 3 birînên vekirî hene û her tim xwîn ji wan diherike, pêwîstî bi emeliyatê heye, lê tevî ku gelek caran çûye nexweşxaneyan emeliyata wî nehatiye kirin. Ji ber birînên li zikê wî û emeliyatên ku derbas kiriye, jiyana Adem Amaç di xeteriyê de ye. Divê emeliyat bêyî ku dereng bên xistin, bên kirin, tedawiya wî bê kêmasî bên kirin û di vê pêvajoyê de bi armanca parastina mafê wî yê jiyanê ji bo di şertên bi tenduristtir de bê dermankirin ji bo taloqkirina înfaza wî xebatên pêwîst bên destpêkirin.”

‘RAPORA NIKARE TENA SERÊ XWE BIMÎNE HEYE’

Çevîrmen bi bîr xist ku rapora Sûphî Îsmaîl a nikare tena serê xwe bimîne heye û wiha axivî: “Lingehî Suphî Îsmaîl hatiye jêkirin û darê bin çengan bi kar tîne. Ew nikare bi tena serê xwe rûnê, nikare xwe paqij bike, di girtina xwarina xwe ya li ser lingekî de zehmetiyê dikişine. Li gel ku dema li Tekîrdag û girtîgehên ku beriya niha lê dima bi hevalên xwe re maye jî ji roja ku hatiye Tîpa S a Bodrûmê û vir ve li cihekî bi tenê tê hiştin. Tevî ku rapora wî hebû ku nikare bi tena serê xwe bimîne jî, ji cihê bi tenê li dimîne nehat wergirtin û herî dawî jê re hat gotin ku rapora wî betal bûye û wê careke din sewqî nexweşxaneyê bê kirin. Ji roja çûye girtîgehê û vir ve tiştên wî nehatine dayîn û tevî ku li cihekî germ e jî, ragirtina wî ya di nava şert û mercên zehmet de didome.”

Çevîrmen, daxwaza xwe ya berdana girtiyên nexweş a demildest careke din dubare kir û banga hestiyariyê li raya giştî kir.