Beştaş: Vekişîn dê hawira ji bo çareseriyê amade bike

Beştaş: Vekişîn dê hawira ji bo çareseriyê amade bike

Alîkara Hevserokên Giştî yên BDP’ê Meral Daniş Beştaş destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd bi vekişîna hêzên çekdar re çareser nabe û diyar kir ku ev yek tê wê wateyê ku dê ji bo axaftina vê pirsgirêkê hawirek bê amadekirin.

Di meclîsê de ji bo pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd komînsyona bi navê “Komîsyona Lêkolînên Rêyên Aşitiya Civakî û Lêkolînkirina Nirxandinên Pêvajoya Çareseriyê” hate sazkirin. AKP endamên xwe yên ji bo vê komîsyonê diyar kir û tê payin ku BDP jî van rojan endam diyar bike. CHP û MHP’ê dabûn diyarkirin ku ew ê endam nedin komîsyonê.

Alîkara Hevserokên BDP’ê û Berpirsa Komîsyona Huqûq û Mafê Mirovan a BDP’ê Meral Daniş Beştaş derbarê meclîsa ji bo pêvajoya çareseriyê di Meclîsê de hate sazkirin ji ANF’ê re axivî

Beştaş xwest ku endamên komîsyonê yên AKP’yî xwe ji pêşdarazên berê rizgar bikin û bi vî awayî xwe tevlî xebatê bkin û got: “Helbet derbarê navan de nîqaş tên kirin.  Lê ji van nîqaşan zêdetir tişa girîng divê AKP’yî xwe ji pêşdarazên berê rizgar bikin û ji bo jiyaneke wekhevî û azadî bixebitin.”

REXNEYA BELAVKIRINA ENDAMAN Û PÊVAJOYA XEBATÊ

Beştaş destnîşan kir ku li gorî rêziknameyê divê AKP 10, CHP 4, MHP 2 û BDP jî 1 endam bide komîsyonê û got ku divê ev pêkanîn were guhertin. Beştaş diyar kir ku Meclîs dikare vê yekê biguhere û got: “Dibe hejmara koma me ya li Meclîsê kêm be, lê  5 parlementerên me girtî ne, mixabin parlementereke me (Şerafettîn Elçî) jiayna xwe ji dest da. Dîsa bi heman awayî astengiyên qanûnî lipêşiya me hene.”

Beştaş diyar kir ku wana xwestiye ku hejmara wan a di komîsyonê de were zêdekirin û xebatên weke Komîsyona Makeqanûnê û Komîsyonên Çareseriyê weke mînak nîşan da û da zanîn ku divê hemû partî bi awayeke wekhev endam bidin komîsyonê.

Beştaş diyar kir ku divê komîsyon tenê weke “lêkolîna meclîsê” neyê fêmkirin û got: “Ev hewlaneke bi navê lêkolîna rêyên aşitiya civakî ne” û wiha domand: “Divê Kurd çi jiyane, binpêkirinên mafan, sirgun, koçberiya bi darê zorê, kuştinên kiryar nediyar, lêkolîn bike. Divê lêkolîn bike ka Kurdan çima serî hil dane û di demeke diyar de desthilatiyan çima ev yekkirine. Divê vana hemûyan deyne ser maseyê.

WEKE BDP’Ê AMADEKARIYÊN ME TAM IN

Beştaş destnîşan kir ku Meclîs yek ji aktorên sereke yên pêvajoyê ne û bi bîr xist ku Meclîs dikare qanûnan çêbike, ji ber ku Meclîs temsîla gel dike, xwedî hemû cûre rayeyan e û ji bo vê pirsgirêkê jî dikare gelek mekanîzmayan têxe dewrê.”

Beştaş da zanîn ku ew ê xebatên xwe yên heta îro rojane bikin û daxilê komîsyonê bikin û ev agahî da : “Gelek xebatên me yên li ser lêkolîna heqîqetan, rû bi rû bûna bi raboriyê re, koçberiyê ji gudan hene. Em ê vana bikin yek û dikomîsyona lêkolînê de bi kar bînin.” Beştaş wiha axivî: “Weke BDP’ê amadekariyên me temam in. Me gelek xebatên weke guhertinên qanûnî, rewşa girtîgehan, derxistina qanûnên cûda, paqijkirina rê ya ji bo azadî û mafan, demokratîkbûna Tirkiyeyê, kir û em niha jî dikin. Em ê vana jî di komîsyonê de bi kar bînin.”

KOMÎSYON DÊ BI MECLÎSÊ GAV BIDE AVÊTIN

Beştaş diyar kir ku ew ê pêvajoy çareseriyê û avakirina aşitiya civakî ya ji aliyê komîsyonê ve binirxînin û got: “Komîsyona Lêkolîna Derbeyan bifikirin. Komîsyon dê vê yekê bide kirin, pêşniyar bike. Em bêjin di xwezaya vê yekê de encamek derdikeve, ger hêzên çekdar ji nava sînor vebikişin, yên bê çek ên ku li hundur mane dê  siyasetê bikin, dê çawa bimînin? Ji bo vê yekê pêwîstî bi kanalên ku dê rê li ber demokratîkbûn û sereratkirinên qanûnî vebike, hene. Komîsyon dê vana bike û ji Meclîsê bixwaze ku van guhertinan bike. Gelek endamên partiya me tenê ji ber ku siyaset kirine girtî ne. Divê astengiyên li pêşiya çareseriyê rabin.  Û evane jî asteng in. Divê ev astengî bên rakirin. An ne, dê bêbaweriya her du aliyan a li hemberî hev berdewam bike. Ji bo vê jî sebir divê û her tişt jî di carekê de nabe. Ya girîng baweriya bi çareserî û aşitiyê ye.”

'VEKIŞÎN ÇARESER NAKE, DÊ RÊYA ÇARESERIYÊ VEBIKE'

Beştaş da zanîn ku bi vekişîna hêzên çekdar pirsgirêka Kurd çareser nabe û diyar kir ku ev yek tê wateya amadekirina hawira çareseriyê . Alîkara Hevserokên Giştî yên BDP’ê Meral Daniş Beştaş destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd bi vekişîna hêzên çekdar re çareser nabe û diyar kir ku ev yek tê wê wateyê ku dê ji bo axaftina vê pirsgirêkê hawirek bê amadekirin.