Beştaş: Em li dijî êşkence, şer û tecrîda mutleq in

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş got; “Em HDP li dijî êşkence, şer û tecrîda mutleqin. Tecrîd êşkenceyek e û li dijî vê êşkenceyê derketin şertê mirovbûnê ye.”

Serokawekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş li Meclisê civîna çapemeniyê li dar xist û geşedanên di rojevê de nirxand.

Beştaş anî ziman ku îktidar herî zêde pirtûka bêhiqûqiya, gendelî û derewan nivîsandiye û hiqûqê bi temamî kiriye amûra tolhildana siyasî. Beştaş destnîşan kir ku îktidar derketiye nêçîra muxalîfan û wiha got: “Di hefteyek dawî de 21 rojnamevan li Amedê hatin destgîrkirin. Pêvajoya destgîrkirina wan didome. Destpêkê nehiştin parêzer wan bibinin. Niha jî dema destgîrkirina wan dirêjî 16’ê hezîranê kirine Rojnamevanên endamên çapemeniya azad ji ber pîşeya xwe û heqîqetê dinivisînin di binçavan de ne.”

ÊRÎŞÊN LI SER ROJNAMEVANAN

Beştaş bal kişand ser qanûna dezenformasyonê û wiha got: “Dema qanûna sansurê ya li ser çapemeniyê û tavilê destgîrkirina rojnamevanan helbet ne tesadufî ye. Tevahiya muxalefet bi qanûna sansura çapemeniyê re hatiye hedefgirtin, ji bo fêmkirina vê ne hewce ye ku mirov zêde bizanibe. Helbet pêşî bi Kurdan dest pê kirin, nûnerên kevneşopiya çapemeniya azad binçav kirin. Rojnamevanên jin jî binçav dikin. JINNEWS li cîhanê û Tirkiyeyê yekemîn e ku ajansa jinan, nûçeyên jinan çêdike û xebatkarên wê jî binçav kirine. Hefteya borî li Şirnexê 18 kes û li Stenbol û Tekîrdagê di operasyona li dijî HDK û Komeleya Şopandina Koçê de 39 kes hatibûn destgîrkirin. Navendek din a girtinê jî Wan bû. Hêceta girtinên li Wanê gelek balkêş e, ew ji ber çavdêriya fermî ya pêvajoya aştiyê hatin girtin. Wan bi destûra walîtiyê çavdêrî kiribû.”

‘TECRÎD ÊŞKENCE YE’

Beştaş bal kişande ser Meşa Gemlikê ku du bi êrişan re rûbirû ma û wiha domand: “Duh 12’ê hezîranê ji bo Meşa Gemlikê em li Stenbolê bûn. Piraniya koma me ya parlementoyê li Stenbolê bû û ez jî li wir bûm. Ji duh ve derbarê vê meşê de spekulasyon û şîroveyên cuda tên kirin. Em wek HDP’ê li dijî êşkence, şer û tecrîda girankirî ne. Tecrîd êşkence ye, em wezîfeya xwe ya mirovî pêk tînin lewma li dijî vê êşkenceyê derdikevin. Heke îktidara AKP’ê bi MHP’ê re bêje ‘Ez li aliyê êşkenceyê me, ez êşkenceyê dikim’ bila derkevin û îzah bikin. Heke  dibêje ez bi qestî tecrîdê dimeşînim, ez di bêhiqûqiyê de israr dikim û dibêje ez xwe bi hiqûqê ve girêdayî nabînim, bila derkevin û vê yekê vebêjin. Bila veşarî şer nekin.”

‘EM Ê TECRÎDÊ JÎ Û ŞER JÎ QEBÛL NEKIN’

Beştaş behsa tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got: “Wateya Îmraliyê çi ye, bi taybetî Birêz Ocalan ku li Girava Îmraliyê tê girtin û 3 girtiyên din ji bo şer neraweste di bin tecrîdê de tên ragirtin, ji bo ku behsa polîtîkaya aştiyê neyê kirin, di bin tecrîdê de tên hiştin. Yanî di salên 2013-2015’an de li vî welatî tiliya ciwanekî jî xwîn nebû. Mirov heta nîvê şevê li park, kuçe û kolanan digeriyan, hewa xweş bû û bihar hat welat. Ji ber ku dayika leşkerekî jî li Trabzonê got, “zarokê min di nava ewlehiyê de ye.” Dayikek li Mêrdîna dayikek li Colemêrgê jî û dayika ciwanek Kurd jî gotin, “Zarokê min ne di şer de ye, ev pirsgirêk wê çareser bibe.” Ji ber vê yekê ku banga çareseriyê ya ji Girava Îmraliyê were tecrîd dikin. Em wek HDP’ê dibêjin tecrîdê rakin û bila deriyên Îmraliyê bên vekirin da ku cenaze neyên. Em naxwazin her roj xebera mirin û cenazeyanb were. Îktidar ji pêşniyazên bo çareseriyê û ramanên Ocalan ditirse û lewma asteng dike ku Tirkiye ramanê wê nebihîze. Tecrîda ku li Ocalan tê sepandin, sûcê li hemberî mirovahiyê ye. Em ê tecrîdê jî û şer jî qebûl nekin.”