Besê Tolhildan li Floransayê hate bibîranîn

Di salvegera 2’emîn de şahadeta xwe de Aysel Kûrûpinar (Besê Tolhildan) li bajarê Floransa yê Îtalyayê hate bibîranîn.

Besê Tolhildan, di temenê xwe yê biçûk de koçberî Ewropayê bibû. Li vê derê Tevgera Azadiyê nas kir, piştî demekê di nav xebatên ciwanan de cih girt, di sala 2008’an de tevlî nava refên gerîla bû. Besê Tolhildan di sala 2016’an de di şerekî li bejahiya Mûşê qewimî de jiyana xwe ji dest dabû.

Tolhildan di salvegera 2’emîn de li bajarê Floransa yê Îtalyayê hate bibîranîn. Malbat, xwişk û birayên wê qala Tolhildanê kirin.

Dîsa nûnerên koma herî mezin a  komunîst a li Floransayê CPA û koma Fermiamo Guerra, nûnerên koma Zanîngeha Firenze peyamên sersaxiyê ji malbat û hevalên wê yên têkoşînê re şandin.

Di merasîma bîranînê de siyasetmedarê Kurd  Welat Bagok axaftinek kir û got, “Têkoşîna Azadiyê heta niha pêwîstiyên dilsoziya bi şehîdan re pêk aniye û pêşketina xwe deyndarê wan şehîdan e.”