Berpirsekî payebilind ê Bankaya Navendî ya Îranê hate girtin

Li Îranê krîza aboriyê kûr bûye û aloziya bi DYA’yê re zêdetir bûye. Hate diyarkirin ku alîkarê serokê Bankaya Navendî hatiye girtin.

Berdevkê Erka Edlî Gulam Huseyîn diyar kir ku Alîkarê Serokê Bankaya Navendî Ahmet Arahşî, hin berpirsên din û çar simsar ji ber sûcdariya spekulasyonê hatine girtin.

Tê payîn ku pêkanînên DYA’yê yên li dijî Îranê di 6’ê Tebaxê de pêk were. Tê diyarkirin ku bi biryarên pêkanînê ya ku ew ê DYA li ser Îranê bike, ew ê bandoreke mezin li aboriya Îranê û pereyê wê bike. Riyalê Îranê li hember dolar gelekî bêqîmet bûye.

Rojnamegeran diyar kirin ku li bajarê Kerec ê ku li rojavayê Tehranê ye, hejmara polîsan hatine zêdekirin. Li vî bajarî û li gelek bajaran jiyan gelekî biha bûye û av û elektrîk tên qutkirin. Ji ber van kêşeyan bi hefteyan e ku çalakiyên protestoyê hene. Çalakî bêtir li Îsfahan, Meşed, Ahvaz, Şîraz û gelek herêman didome.