Berê êşkence li Goksu kirin û girtin, niha jî agahî jê nayê stendin

Ahmet Goksu berê hate destgîrkirin û êşkence lê hate kirin. Piştî êşkenceyê hate girtin û niha jî agahî jê nayê stendin.

Ahmet Goksu li Qereyaziya Erziromê di 8’ê Îlona 2017’an de bi hinceta ‘endamê rêxistinê ye’ hatibû girtin. Di dozê de 6 sal û 3 meh ceza lê hatibû birîn. Goksu piştî cezayî wî teqez bû, di şopandina teknîkî de di 18’ê Çileyê de li Aydinê li mala keça xwe hate girtin. Malbat û parêzerên Goksu jî nizanin ew niha di kîjan girtîgehê de ye.

Sîdar Goksu yê ku kurê Ahmet Goksu ye diyar kir ew 3 roj in agahiyê ji bavê xwe nastîne, ne ew û ne jî parêzer nehatine agahdarkirin. Sîdar Goksu diyar kir ku berê jî li emniyetê êşkence li bavê wî hatine kirin û ew bi fikar in ku ev êşkence dîsa pêk hatibe.

Derketibû holê li Midûriyeta Emniyetê ya Golbaşiyê bi hesin û qûndaxên çekan êşkence li Goksu hatibû kirin.