Berdana Dayika Aştiyê Bûlût hat taloqkirin

Berdana Dayika Aştiyê Hanse Bûlût bi hinceta “poşmaniyê” qebûl nekiriye, 3 meh hate taloqkirin.

Dayika Aştiyê Hanse Bûlût (66) ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Şakranê ya Îzmîrê tê ragirtin û 3 mabû ji berdana wê re, berdana wê 3 meh hate taloqkirin.

Hanse, di hevdîtina telefonê ya duh bi zarokên xwe re kir diyar kir ku berdana wê hatiye taloqkirin.  Kurê wê Abdullah Bulut bertek nîşanê taloqkirina berdana dayika xwe da û wiha vegot: “Tevî cezayê jinek pîr a 66 salî diqede jî, berdana wê tê taloqkirin. Ev ne wijdaniye. Temenê wê zedeye û nexweşe. Gelo bimre wê kî hesabê vê bide. Dayika min nexweşa tanisyon û şekire. Nexweşiyên wê li girtîghê hîn girantir bûne. Divê demildest bê berdan.”