Bawerî bi aborîyê û lîre nemaye

Sedema zêdebûna dowîzê ya li bara lîreyê Tirk  hem li derve û hem li hundir pênebaweriya bi aboriyê tê nişandan.

Ev pêlek e ku ji ber krîza bi DYA’yê re ya bi sedama rehîngirtina Keşe Brûnson ji nirx ketine TL di rojevê de bû, bi vê re têkildar destpêka heftiyê bi carekê re lîre deverû ket. Her wiha li bara vê zêdebûna dowîzê ya li bar lîreyê Tirk Benqeya Navendî bi qasî 2,2 milyar dolaran xiste piyaseYê lê vê jî rewş nerm nekir û lîre zêdetir ket. Jixwe dema ku borsayê DYA’yê vekirîbû lîreyê Tirk li bara dowîz zêdetir ket. Ekonomîst ji bo vê rewşa lîreyê pênaseya ‘krîza kûrê’ kirin. Mustafa Sonmez dibêje ev encama rewşa giştî ye. Her wiha Wekîlê HDP’ê yê Amedê Garo Paylan jî li ser zêdebûna dowîzê got, weke dema ku komar ava bûyî sermiyan dikare dest biguhere.

BENQEYA NAVENDÎ JI MÊJ VE TEMAŞEVAN E

Aborizan Mustafa Sonmez got her çendî Benqeya Navendî 2,2 milyar dolar kiribe piyaseyê jî ev bi kêrî tiştekî nehatiye û got, ‘’Benqeya Navendî ji mêj ve ye temaşevan e , bi faîzê mudahele nake. Rewşeke giştî heye KU hem li derve û hem li hundir baweriyê nade aktoran. Ji bo vê jî, heke bawerî bi aboriyekê nebe hûn ji pereye wê jî bawer nakin û ji lîreyê Tirk birevin.’’

Sonmez got ev pê nebawerî hemû kesî ber bi dowîzê ve tehf dide û got, ‘’Ji mêj ve mirov ji lîreyê Tirk direvin û berê xwe didin dowîzê û ev rewş êdî geştir dibe. Dowîz dawiya dawî malek e û dema ku ew mal pir were xwestin bihayê wê jî zêde dibe.’

Aborîzan Sonmez bal kişande ser sedema siyasî ya ku ev rewş geştir kiriye û got, ‘’Sedema sereke krîza Keşe Brûnson e ku bi DYA’yê re tê jiyîn, ji ber ku ev rewş nerm nebûye, prîma rîskê ya Tirkiyê her ku diçe zêdetir dibe.’’

KÛRA SABÎT NE PÊKAN E

Li ser kûra sekini Sonmez got ev ne pêkan e, hê li Tirkiyê gelek pereyên germ hene ku ji Tirkiyê derneketine û heke biryareke wiha were standin bi temamî wê ji dest biçe û kûr bilinditr bibe û her wiha ji derve hîç pere nayên welatekî ku rêyeke wiha bişopîne.

EV ENCAMEK E

Li ser pênasekirina ‘krîza kûrê’ ku hin aborîzan bi kar tînin Sonmez got ev ne pênaseyeke rast e û got, kêmbûn û zêdebûna kûran turbulanseke aborî ya giştî ye û encama rewşa giştî ya aborî ya Tirkiyê ye.

RÊVEBERIYA ABORÎ Û SIYASÎ EWLEHIYÊ NADE

Wekîlê HDP’ê Paylan jî got aboriya Tirkiyê baweriyê nade û got, Rêveberiya siyasî û aborî ya Tirkiyê pêbaweriyê nade mirovan. Ji mêj ve ye ku tim hesabên wê kêm derdikevin û bi deynan hewl dide vê kêmderketinê temam bike.

ERDOGAN DAWIYÊ WÊ TESLÎM BIBE

Paylan got, ‘Rejîma Qesrê li hundir rejîmeke zordar ava dike û li derve jî bi her kesî re pev diçe. Xwest politikaya xwe ya li rehîngirtinê li dijî Elmanya û Fransayê li dijî Amerîkayê  jî bike’’ û bi domdarî got, ‘Ez bawer dikim ku Erdogan bi rengekî wê teslîm bibe, j iber ku serê wî li dîwarekî weke wî hişk ketiye.’’

DIBE KU SERMIYAN DEST BIGUHERE

Li gorî Paylan tiştekî dî di meselê de heye û got, ‘’Li Tirkyiê sermiyan hê jî di dest mirovên wiha de ye ku AKP pir ji wan hez nake. Dema ku komar nû ava bûyî piraniya sermiyanê di dest welatiyên me yên Xiristiyan de bû. Lê dema ku komar ava bûyî bi polîtîkayên îttîhadî sermiyanê dest guherand’’ û got, dibe ku pêvajoyeke wiha were jiyîn.