Baskê Êlihê ya KESK’ê gihîşte Eskîşehîrê

Baskê meşê yê KESK’ê ku ji Êlihê ket ser rê gihîşte bajarê Eskîşehîrê. Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk ji gotina desthilat a dibêje ‘em mezin dibin’ re got ku li welat 16 milyon kes di bin sînorê hejariyê de dijîn.

Ji ber sedemê Hevdîtinên ji bo Peymana Giştî ya Kar, ji bo ku daxwazên xwe bînin ser ziman, endamên Konfedrasyona Sendîkayên Kedkarên Giştî (KESK) meşa ji du baskan ku ji Edîrne û Êlihê ber bi Enqerê ve wê biçin dabû destpêkirin; baskê Êlihê gihîşt Eskîşehîrê. Di baska meşê ya ku Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk û endamên Desteya Rêveber a Navendî jî tê de cih girtin di rasteya Adalar’ê daxuyaniyek dan û daxwazên xwe anîn ziman.

Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk destnîşan kir ku gotina “me di xwe mezinkirinê de rekor şkandiye” ya ku deslthilat bi salan e xwe dispêre wê ji rastiyê dûr e û got, “Yên nanê sofreya wan kêm bûyî û ji karkirina ne ewle re hatinî mehkûmkirin her tim em bûne. Yên ji bo têrkirina zikê xwe bi mûçe û heqdestên kêm tên xebitandin her tim em bûne. Li Tirkiyê 16 milyon kes di bin sînorê hejariyê de dijîn. Li Tirkiyeya ku dibêjin mezin bûye de ya dikeve para me eve ku her salê xeracan tînin rewşek hê bêtir bê edalet, mûçeyên têra nanê hişk dikin û rewşa jiyanek yê karkirina ne ewle bûye. Li Tirkiyeya ku dibêjin dunya hesûdiya wê dike de ne berhemdarî, modela dijminê xweza û mirov ya xwe dispêre deyndarî û betonbûyîn ku her rojê tê rewşeke hê kavilker heye.”

Bozgeyîk anî ziman ku bi milayaran pereyên ku ji mûçe û heqdestestan bi rengekî pêşîn tê qutkirin wek teşvîq, rêkxistin û efûyê vediguhezînin sermaye û karsazan û wiha pêde çû:

“Dîsa bi pereyên ji berîkên me tên girtin weke wesyît, rêvî û garantiya nexweşiyê ji peyamankarên pir, otoban, balafirgeh û nexweşxaneyên bajaran re hatin dayîn. Di bilindkirina mûçe-heqdestên me de hesaba çay û sîmîtan hat kirin. Lê ji dayîna 3 û 4 mûçe ji hindekan re fikarek nehat dîtin. Bi kurtî bi salan e ku binê keştiyê kun kunî kirine. Ruxmê wê jî her carê beşa xebitandina motorê nîşanî me dan. Gotin ‘ji bo ku kulmek xweşbext di odeyên lûks ên keştiyê keyf bikin divê hûn li beşa xebitandina motora keştiyê mîna koleyekê kar bikin’.

Em dibêjin ku ti malbatekî yê kedkarê giştî di bin sînorê hejariyê de nemîne. Em ji bo xeracan edaletê dixwazin. Em dixwazin ku ji yên zêde qezencdikin xeracek zêde û ji yên kêm qezenc dikin jî xeracek kêm were standin.”

Bozgeyîk di dawiyê de got, “Em dixwazin ji bê edaletiya xeraca dahata ku dibe sedem ku mûçeyên me hê ji beriya bikevin berîkên me wenda dibin bidawî bibe.”