Balûken: Wekî her carê wê berxwedêr bi ser bikevin

Parlamenterê HDP’yî Îdrîs Balûken got ku, “Wekî her carê, wê vê carê jî berxwedêr bi ser bikevin. Rojên xweş nêz in.”

Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îdrîs Balûken ji Girtîgeha Tîpa F ya Sîncanê peyam şand. Peyama wî di civîna komê de hate xwendin.

‘ME TU CARÎ TEREDDUT NEKIR’

Peyama Balûken wisa ye:

“Di vê pêvajoyê de ya ku dixwazin têkoşîna me ya demokrasî, aştî û azadiyê di nav dîwaran de bixeniqînin, wekî her carê divê bizanibin ku em ê li dijî zextan stûyê xwe xwar nekin.

Di dîroka qedîm a gelê me de, ji bo pêşveçûna têkoşîna demokrasiyê her dem berdêl hatiye dayîn. Em jî di warê dayîna berdêlê de qet tereddutê nakin. Wê dîrok kesên zilmkar û yên berxwedêr jî binivîse.

‘EM Ê TARÎTIYÊ HILWEŞÎNIN’

Em ê vê tarîtiya ku li ser me ferz dikin hilweşînin û em stêrkên herî geş ên ji bo ronahiyê berhev dikin. Ez dixwazim balê bikişînim ser vî tiştî ku ew rojên ronak jî nêz in. Wekî her carê li hemberî zaliman vê carê jî wê berxwedêr bi ser bikevin.

Bi van hest û ramanan, ez hemû heval û endamên me yên partiyê silav dikim.”