Ayla Akat Ata li Êlihê bi gel re civiya
Ayla Akat Ata li avahiya Rêxistina Êlihê ya DBP’ê bi gel re civiya û diyar kir ku pirsgirêka Kurd ne tenê meseleya DEM û DBP’ê ye, di heman demê de meseleya AKP’ê jî ye.
Ayla Akat Ata li avahiya Rêxistina Êlihê ya DBP’ê bi gel re civiya û diyar kir ku pirsgirêka Kurd ne tenê meseleya DEM û DBP’ê ye, di heman demê de meseleya AKP’ê jî ye.
Siyasetmedar Ayla Akat Ata ya ji Doza Kobanê ceza lê hate birîn û hate berdan li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi gel re civiya. Gelek kesan serdana Atayê kirin. Di civînê de her tim dirûşmeya “Jin jiyan azadî” hate berzkirin.
Ata, diyar kir ku li girtîgehê jî têkoşîna xwe domandin dê vê ji niha şunde jî têkoşînê bidomînin û wiha domand: “Li bajarekî ku evqas êş hatine kişandin, bedel hatine dayîn û têkoşîn tê dayîn, meşa bi we re ji bo me gelekî biqîmet e. Mixabin yek ji rawestgehên vê rêyê jî girtîgeh in. Em ê weke endameke TJA’yê têkoşîna xwe bidomînin.”
Ata, diyar kir ku çareserkirina pirsgirêka kurd armanca wan a bingehîn e û ev tişt gotin: “Em ê ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd têkoşînê bidomînin. Li holê rastiyek heye ew jî çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka kurd. Ji bo vê jî divê deriyên Îmraliyê ku gelê me bi salan e bedel dide û wî nîşan dide ye. Rastiya ji niha û şunde li benda me ye vekirina deriyên Îmraliyê ye. Ji bo çareseriyê jî divê muzakereyên ku Abdullah Ocalan ê gelê kurd ew weke sermuzakerevan nîşan daye di nav de be. Pirsgirêka kurd ne tenê pirsgirêka DEM’ê û DBP’ê ye, pirsgirêka AKP ya li ser vê axê siyasetê dike jî ye. Di vê astê de divê em fikra çareseriya demokratîk civakî bikin.”
Welatiyên hatin rêxistina bajêr, bi Ata re sohbet kirin û wêneyekî bîranînê kişandin.