Aydogan: Çima O.G. roja bûyerê ji şopandina teknîkî hat derxistin
Parlamentera HDP’ê Aydogan ji ber O.G.’yê êrîşkarê mîtînga Amedê roja bûyerê, ji şopandina teknîkî hat derxistin pêşnûmepirsek da meclîsê.
Parlamentera HDP’ê Aydogan ji ber O.G.’yê êrîşkarê mîtînga Amedê roja bûyerê, ji şopandina teknîkî hat derxistin pêşnûmepirsek da meclîsê.
Parlamentera HDP’ê Aydogan ji ber O.G.’yê êrîşkarê mîtînga Amedê roja bûyerê ji şopandina teknîkî hat derxistin pêşnûmepirsek da meclîsê.
Parlamentera HDP’ê ya Amedê der barê êrîşa li hember mîtînga Amedê ya partiya xwe de ji bo ku Wezîrê Karên Hundir Sebahattîn Ozturk bersiv bide pêşnûmepirsek pêşkêş kir.
‘KÊ FERMAN DA’
Aydogan a HDP’yî ji Wezîr Ozturk bersiva van pirsan xwest:
“O.G.’yê tê gotin her du êrîşên bombeyî yên li hemberî mîtînga me ya Amedê pêk anî, tevî ji aliyê hêzên polîsan ve hatiye ragihandin beriya êrîşê tevlî DAIŞ’ê bûye jî, çima di roja ku êrîş pêk hat O.G. ji şopandina teknîkî derxistin?
Kê fermana derxistina ji şopandina teknîkî ya O.G. yê tê gotin êrîşa Amedê pêk anî daye?
Der barê kes û kesên ku fermana derxistina O.G. ya ji şopandina teknîkî daye de lêpirsînek heye?
Eger hîna lêpirsînek nebe sedema wê çi ye? "