Avesta: PKK di serdema xwe ya herî xurt de ye

Avesta got, "Eger derfetên Rêber Apo hebûya ku bi rengekî azad bixebite, wê rewşa Rojhilata Navîn bi vî rengî nebûya." Avesta destnîşan kir ku ligel vê yekê jî felsefeya Ocalan bi ser ketiye û PKK jî di serdema xwe ya herî xurt de ye.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta tevlî bernameya 'Çira Welat' a qenala Çira TV bû û rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bûyerên li herêmê diqewimin nirxand.

'RÊBER APO TEMÎNATA JIYANA WEKHEV, AZAD Û BI HEV RE YA GELANE '

Avesta di destpêka axaftina xwe de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û got, "Rêber Apo, temînata jiyana wekhev, azad û bi hev re ya gelan e. Nûçeyên di dema dawî de li ser Rêberê me hatin weşandin, bi zanebûn ketine rojevê. Bi şidandina tecrîdê re helwest û îardeya gel ku bi Rêber Apo re dilsoz e û di vî warî de gelekî hesas e, diceribînin. Gelê Kurdistanê di vê mijarê de xwedî li rûmet û Rêberê xwe derdikeve. Tevgera PKK'ê her nûçeyek li ser Rêberê me tê weşandin bi baldarî dişopîne û li ser disekine."

Avesta bal kişand ser çalakiyên gelê Kurd û dostên wan ên di vî warî de û got, "Ji dema weşandina nûçeyên tirsnak ên li ser Rêberê me û vir ve gelê Kurd û dostên wan, hem li Kurdistanê hem jî li gelemperiya cîhanê daketin qadan û rabûn ser piyan. Wekî din, gerîlayêna zadiyê yên Kurdistanê jî bi lêdana derbên mezin li dijmin, xwedî li Rêber Apo derketin."

Avesta diyar kir ku nêzîkatiya li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nêzîkatiya li tevgera azadiyê, nêzîkatiya li statuya gelê Kurd û Kurdistanê ye û got, "Xwedîderketina li Rêber Apo xwedîderketina li paşeroja xwe ye. Xwedîderketina li jiyana azad û bi hev re ya gelan e."

'EGER DERFETÊN RÊBER APO HEBÛYA KU BI RENGEKÎ AZAD BIXEBITE, REWŞA LI ROJHILATA NAVÎN WÊ BI VÎ RENGÎ NEBÛYA'

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta destnîşan kir ku bi zelalî eşkere bûye, tevgera azadiyê ya ku bi îdeolojî û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têdikoşe, yekîtiya gelan xurt dike.

Avesta da xuyakirin, rêxistin û sîstemên xwe dispêrin zîhniyeta neteweperestî, mezhebperestî û netewe dewletê li herêmê têk çûne û ya bi serketiye jî felsefeya jiyana azad a Ocalan e.

Sozdar Avesta diyar kir, di bingeha tecrîdkirina Ocalan de ev rastî heye û got, "Ji ber ku Rêber Apo, rêberê hemû gelên bindest e."

Avesta wiha dewam kir: "Îdeolojî û felsefeya Rêber Apo, civakan li ser bingeh û nirxên xwe dide jiyîn. Ji ber vê yekê hêzên serdest tecrîdê li ser Rêber Apo ferz dikin. Eger derfetên Rêber Apo hebûna ku bi awayekî azad bixebite, Rojhilata Navîn wê îro ne di vê rewşê de bûya. Hêzên serdest ji ber ku dixwazin Rojhilata Navîn û Kurdistanê li gorî berjewendiyên xwe ji nû ve dîzayn bikin, tecrîdeke ewçend giran li ser Rêber Apo ferz dikin. Gelê Kurd bi vê zane, lewma li dora Rêber Apo civiya ye."

'DIJMINÊ HERÎ MEZIN Ê DESTKETIYÊN KURDAN, FAŞÎZMA AKP-MHP'Ê YE'

Avesta bi bîr xist ku li Rjohilata Navîn şerê sêyemîn ê cîhanê diqewime û diyar kir, piştî ku hêza DAIŞ'ê hate şikandin hêzên faşîst ên serdest mêtinger ji bo parekê jê bigire êrîşî herêmê kirine.

Avesta destnîşan kir ku di vî şerî de herî zêde faşîzma AKP-MHP li dijî destketiyên Kurdan tevdigere û ev nirxandin kir: "Ya ku herî zêde dijminatiyê li destketiyên gelê Kurd dike, faşîzma AKP-MHP'ê ye. Çawa ku bi rizgarkirina Minbicê re êrîşî El Bab û Cerablûsê kirin, dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê ku nikare xwe li serketina Reqa û Dêra Zorê rabigire, êrîşî Efrînê dike. Wê çiqasî bi ser bikeve yan jî li bin bikeve, ev yek cihê nîqaşê ye. Her kes dizane ku mêtingeriya TC ji bo pêşî li Federasyona Bakurê Sûriyeyê bigire bi çi rengî destek da rêxistinên çete yên weke DAIŞ û El Nûsra. Tevî vê yekê jî Federasyona Sûriyeya Demokratîk ji bo hemû gelan, civak û baweriyan bûye projeya jiyana bi hev re. Di heman demê de ji bo hemû gelên li Rojhilata Navîn bûye modela jiyana bi hev re. Di herikîna dîrokê de zordar ti carî li hemberî vîna gelan bi ser neketin. Dema ku êrîşî Kobanê kirin, çawa ku gel bi her awayî sefeber bû û xwedî li Kobanê derket, ji niha û pê ve jî êrîşî ku derê bike, wê gel li ber rabe."

'BI TÊKÇÛNA DAIŞ'Ê RE DEWLETÊN KU DESTEK DIDANÊ SERBERJÊR BÛNE'

Sozdar Avesta destnîşan kir, ku bi têkçûna DAIŞ'ê re dewletên Tirk, Qatar û Erebîstana Siûdî jî derizîne û got, "Yên ku li ser hebûna DAIŞ'ê hesabên xwe dikirin, bi têkçûna DAIŞ'ê re ji şûna xwe dileqin. Dewletên navborî ku derfetên xwe yên siyasî, leşkerî û aborî ji bo DAIŞ'ê û rêxistinên din ên dijminê gelan seferber kirin, serberjêr bûne. Ev derizîn û serberjêrbûn bêguman ji ber xwe ve nebûne. Bi keda mezin a Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ya li dijî netewe dewlet û olîgarşiyê, ev rewş derkete holê."

'PKK DI SERDEMA XWE YA HERÎ XURT DE YE'

Sozdar Avesta di dewama axaftina xwe de bal kişand ser atmosfera civîna komîteya navendî ya PKK'ê û diyar kir, ku bi asta nirxandinê û hevgirtina ruhî re PKK di serdema xwe ya herî xurt de ye.

Avesta anî ziman, ku gelê Kurd di sedsala 21'ê de misogeriya şoreşa jinê, çandî û civakî ye û got, "Gelê Kurdistanê ku bi pêşengiya Rêbe Apo û PKK'ê dimeşe, di meşa azadiyê ya mezin de ye. Ev meşa azadiyê wê di sala 40'î ya PKK'ê de bi afirandina mercên jiyana azad ên Rêber Apo û bidestxistina statuya Kurdistanê tacîdar bibe. Ez bang li tevahiya gelê Kurdistanê, jin, ciwan, dostên Kurdan û hêzen demokrasiyê dikim ku bi ruhê berxwedêriya PKK'ê hê bi xurtî tevlî vê meşa azadiyê bibin û serketinê misoger bikin."