AvEG-Kon: Aksakal şoreşgerekî mînak bû

AvEG-Kon, têkildarî şervanê MLKP’ê Aksakal ê di Operasyona Azadkirina Girê Spî de jiyana xwe ji dest da daxuyaniyek da û got: “Hevalê Aksakal hema hema li her derê Rojava, li her mewziyê û eniyê xwe gihand rûmeta şervaniyê.”

AvEG-Kon,  têkildarî şervanê MLKP’ê Aksakal ê di Operasyona Azadkirina Girê Spî de jiyana xwe ji dest da daxuyaniyek da û got: “Hevalê Aksakal hema hema li her derê Rojava, li her mewziyê û eniyê xwe gihand rûmeta şervaniyê. Di Pêngava Azadkirina Girê Spî de bi cesaret û jîrbûna xwe pratîka şoreşgeriyek mînak nîşan da.”

Federasyona Penaberên Bindest a Ewropayê (AvEG-Kon), têkildarî şervanê MLKP’ê Halîk Aksakal (Mazlum Aktaş) ê li Girê Spî jiyana xwe ji dest da, daxuyaniyek nivîskî weşand.

PRATÎKEK ŞOREŞGER A MÎNAK NÎŞAN DA

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Aksakal ji bo Şoreşa Rojava û têkoşîna azadiya gelan tevlî karwanê nemiran bûye û wiha hate gotin: “Mazlum Aktaş yek ji şervanên MLKP’ê yê di Tabura Azadiya Enternasyonal a di parastina Rojava de li eniyên şer cihê xwe girtiye bû. Hevalê Aksakal hema hema li her derê Rojava, li her mewziyê û eniyê xwe gihand rûmeta şervaniyê. Di Pêngava Azadkirina Girê Spî de bi cesaret û jîrbûna xwe pratîka şoreşgeriyek mînak nîşan daye. Mazlum Ataş di 1984’an de li Antakya-Harbiye  ji dayik bûye. Karkerekî ciwan bû, di partiyê de cihg irtiye û di parastina Rojava de bê teredut cih girtiye.

AKP'yaxeyal dikir Kobanê bikeve bi çapemeniya xwe ya alîgir re manşetên weke PYD ji DAIŞ’ê bi xetertir e avêtin. Dewleta Tirk a zilm li gelê ku ji DAIŞ’ê reviya û li Kaniya Xezalan bi cih bûn, kir, miradê wan ev bû ku şervanê azadiyê li wê herêma stratejîk têk biçin. Lê hesabê wan vala derket. Şervanên azadiyê berdêlên mezin dan û mizginiya serketinê da gelê me."