Artêşa Iraqê xwe amade dike bikeve nava navenda Fellûceyê

Artêşa Iraqê da xuyakirin, ku qonaxa destpêkê ya operasyona Fellûceyê bi rengekî serketî qediya ye.

Hêzên artêşa Iraqê danê vê sibehê xwe gihandin rêya bingehîn a ber bi navenda bajarê Fellûceyê û ragihand, bi vî rengî qonaxa destpêkê ya operasyonê bi rengekî serketî qediya ye.

Tevî artêşa Iraqê, hêzên Heşd El Şebî û Heşdî Niştimanî jî di nava vê operasyonê de cih digirin.

DI QONAXA DUYEMÎN DE ARMANCA NAVENDA FELLÛCEYÊ YE

Li gorî nûçeyên ajansên nûçeyan ên Iraqê, ku agahiyên xwe dipsêrin fermandariya operasyonê, di qonaxa duyemîn de armanc kontrolkirina navenda bajarê Fellûceyê ye.

Rayedarên artêşê dan xuyakirin, ku ji ber çeteyên DAIŞ'ê sivîlan ji xwe re weke mertal bi kar tînin û xwe di malên sivîlan de vedişêrin, hêzên operasyonê bi zehmetî bi pêş de diçin. Di daxuyaniya duh a artêşa Iraqê de hatibû ragihandin ku navend û biryargehên DAIŞ'ê wê ji aliyê balafirên şer ve werin bombekirin û ji gelê Fellûceyê xwestibû, xwe ji cihên navendên çeteyên DAIŞ'ê vegirin.