Aktaş: Heta dawiyê em ê destekê bidin grevên birçîbûnê
Serokê TUAD-DER'ê têkilî grevên birçîbûnên yên li hemû girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê axivî û got, ''Em heta dawiyê li pişt vê çalakiyê ne û jê re bibin destek, parastina wê bikin''.
Serokê TUAD-DER'ê têkilî grevên birçîbûnên yên li hemû girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê axivî û got, ''Em heta dawiyê li pişt vê çalakiyê ne û jê re bibin destek, parastina wê bikin''.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan dayî destpêkirin kete roja 136'an. Çalakiya ku 16'ê Kanûnê li girtîgehan dest pê kirî, ji 1'ê Adarê û vir ve li hemû girtîgehan berbelav bû. Bi destpêkirina grevên birçîbûnê re binpêkirina mafan a li girtîgehan jî derkete holê.
'ME PLATFORMA ŞOPANDINA GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ AVA KIR'
Serokê TUAD-DER'ê Ebedîn Aktaş got li Çukurovayê 16 girtîgeh bi ser wan ve ne, ji dema ku grevên birçîbûnê dest pê kirine û heta niha wan gelek xebat kirine. Aktaş got bi destpêkirina çalakiyan re, bi Platforma Şopandinê ya Grevên Birçîbûnê seraqet têkilî çalakgeran bûne xwedî agahî û got, ''Di nav vê platformê de parêzer, doktor û nûnerên herêmê hene.''
Aktaş bi domdarî got, ''Me ev platform ji o ku em grevên birçîbûnê li ser meydyayê bidin xuyakirin û di ser hin têkiliyan re ji bo ku em di navbeyna girtîgehan de pirekê ava bikin, me çêkir. Ji bo ku ev grevên birçîbûnê bê zirar bi ser bikevin divê daxwazên mafdar ên girtiyan werin bicihanîn.''
Aktaş diyar kir li hin girtîgehan greva birçîbûnê ji 3 mehan derbas bûne û di du mehên pêşî de gelek binpêkirinên mafan rû dane.
Aktaş got binpêkirina mafan bi alîkariya wan û parlamenteran hinek jî be kêm bûne û got çalakiya greva birçîbûnê û daxwaza çalakgeran meşrû ye.
Aktaş diyar kir ew ê heta dawiyê li pey vê çalakiyê bin, parastina wê bikin û jê re piştgir bin. Aktaş got berxwedêr ji bo ku mafekî di yasayê de, were bicihanîn vê çalakiyê dikin û domand, ''Gavên ku têne avêtin û tecrîd nîşan dide ku dewlet li dijî qanûnên xwe tevdigere. Wekî yasa ne ji bo kesan in, em dixwazin ji bo her kesî werin bicihanîn û tecrîda li ser Rêzdar Abdullah Ocalan divê demildest rabe.''
'MALBAT JÎ HAZIR IN KU BIKEVIN GREVA BIRÇÎBÛNÊ'
Aktaş li ser nêzîkatiya malbatên çalakgeran got, ''Malbat dibêjin çi tişta ku dikeve ser milê wan ew hazir in ku bikin. Gelek malbat dibêjin, ''heewce bike em jî dest bi greva birçîbûnê bikin, em jî bedena xwe bidin ber birçîbûnê''. Malbat dibêjin, ''Em naxwazin tiliya zarokên me biêşe. Beriya ku tiştek bi serê wan were divê di cih de tiştin werin kirin.'' Malbat dixwazin di vê mijarê de divê rayedar berpirsyariya xwe bi cih bînin û dixwazin demildest grevên birçîbûnê bi serfiraziyê biqedin.''
'GIRTÎGEHAN JI BER DAXWAZÊN WAN ÇALAKGERAN CEZA DIKIN'
Aktaş diyar kir di nav çalakgeran de girtiyên nexweş jî hene û domand, ''Hevalekî me yê bi navê Suleyman Benzer heye, ku malbata wî li Mêrsînê ye. Li gel ku nexweş jî bû lê rawestiya ku bikeve greva birçîbûnê û daxwaza wî hate qebûlkirin û niha di grevê de ye. Em hîn bûn, girtiyekî ku ji zendê û pê ve destekî wî tine, ji bo ku di greva birçîbûnê de ye reyedaran ew avêtine yek hicrê. Her wiha hevalê me Suleyman jî ku gelek nexweşiyên wî hene tedawiya wî nayê kirin. Em vê mîna rêbazeke cezakirinê ya rêveberiya girtîgehê dibînim.''
'WEZARETÊ BI HINCETA HILBIJARTINÊ RED KIR'
Aktaş got têkilî grevên birçîbûnê wan bi gelek saziyan re hev dîtine, herî dawî xwestin ku bi Wezera Karê Navxwe re rûnin lê daxwaza wan gelek caran hatiye redkirin û herî dawî li gel ku çûne Enqerê jî ti hevdîtine nekirine û bi hinceta hilbijartinê ew ê nikaribin wan bibînin.
Aktaş diyar kir bi ÎHD'ê û gelek saziyên tendiristiyê û rêxistinên civaka sivîl re hevditinên baş kirine lê dewlet ti gavek bi ber wan de neavêtiye. Aktaş diyar kir têkilî vê mijarê wan rapor amade kirine, dane CHP'ê û saziyên siyasî lê heta niha ti bersiv ji wan re nehatiye.