'AKP û Erdogan bûne vampîrên xwe ji xwînê xwedî dikin'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir, AKP û rêveberiya Tayyîp Erdogan rojane bi mirina 5-10 kesan re desthilatdariya xwe didomîne û destnîşan kir, AKP veguheriye vampîrê xwe ji xwînê xwedî dike.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir, AKP û rêveberiya Tayyîp Erdogan rojane bi mirina 5-10 kesan re desthilatdariya xwe didomîne û destnîşan kir, AKP veguheriye vampîrê xwe ji xwînê xwedî dike.

Kalkan bû mêvanê bernameya Polîtîk Alan a MED NÛÇE û bersiv da pirsên rojnamevan Ersîn Çelîk.

Kalkan di destpêka axaftina xwe de 67 saliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir, dayika Uveyş bi rêzdarî û minetdarî bibîr anî û di serî de jin û ciwanên Kurd her kesên bi armanca pîrozkirina vê rojê daketin kolanan silav kir.

Kalkan bal kişand ser encamên şerê topyekûn ê AKP'ê li hemberî gelê Kurd û hêzên demokratîk dimeşîne û got, "Hêviya kesî ji pêşerojê re nema ye. Bi awayekî bê hêvî her kes jiyana xwe ya rojane didomînin. Lewma tecrîda li ser Rêber Apo bi vî rengî li ser her kesî tê meşandin û zilm li her kesî tê kirin."

Dûran Kalkan destnîşan kir, ku AKP niha veguheriye vampîrekî xwe ji xwînê xwedî dike û diyar kir, desthilatdariya AKP'ê û rêveberiya Tayyîp Erdogan rojane bi mirina 5-10 mirovan xwe bi rê ve dibe.

'ERDOGAN ÊDÎ BÛYE DEHAQ'

Kalkan axaftina xwe wiha dewam kir: "Bi gotina 'Hasanên me yên xwînê dirijînin qet kêm nabin' re her kesî dixapîne û ji vê re jî radibe dibêje 'Elhemdulîlah'. Erdogan êdî bûye Dehaq. Em Dehaqê ku rojane bi mejiyê çend ciwanan xwe xwedî dike, baş dinasin. Em îro Newrozê dijîn. Dehaq çi ye? Têkoşîna li hemberî Dehaq bi çi rengî hat meşandin? Kawayê Hesinkar ê pêşengî ji vê têkoşînê re kir kî ye? Em van hemûyan di roja îro de dijîn. Rojane bi xwîna 10-15 kesan re desthilatdariya xwe xwedî dike û radibe ji civakê re jî dibêj 'Elhemdulîlah'. 

Çima mirov ji bo Tayyîp Erdogan canê xwe didin! Ji bo Erdogan bibe dîktator, bibe yek şexs, bibe serok, çi mafê te heye ku tu qetilkirina ewqas mirovan erê dike! Ev yek dîktatoriya herî mezin a faşîst e. Eger çareseriya ku Rêber Apo pêşdîtina wê dike nebe, jiyan wê bi vî rengî be. Eger nêrînên Rêber Apo bi cih werin anîn, rewş wê ji ya salek beriya niha çêtir be. Ev zelal bûye.

Pêwîste civaka Kurd di vê mijarê de hîn baldar be. Rewş çi ye, haya me jê nîne. Lewma gelê Kurd çi bike mafê xwe ye. Rabe qiyametê jî rake mafê xwe ye. Ji ber ku zêdeyî 10 mîlyon mirovan bi îmzeya xwe gotine 'ev vîna min a siyasî ye'. Gelê Kurd azadiya xwe li vê derê dibîne. Civaka Tirkiyeyê demokrasiyê li vir dibîne. Nirxên bi nêrînên Rêber Apo afirîne, mirovahiyê li dijî faşîzma DAIŞ'ê diparêze. Lewma li pêşberî rewşa Rêber Apo her kes xwedî berpirsyarî ye."

'AKP Û DAIŞ XWEDÎ PLANEKE HEVPAR A TÊKBIRINÊ NE'

Dûran Kalkan bal kişand ser têkiliya DAIŞ û AKP'ê û li ser gefên DAIŞ'ê yên li gelemperiya cîhanê dixwe, ev nirxandin: "Eger gerîlayên HPG û YJA Starê li Şengalê bi berxwedanî li ber xwe nedabûna û pêşî li qirkirinê negirtibûna, eger li Kobanê şervanên YPG û YPJ'ê li ber xwe nedan û faşîzma DAIŞ'ê neşikandibûya, li ser bingeha berxwedana Kurd a li Sûriye û Iraqê eger DAIŞ di sala 2015'an de nehatibûya têkbirin, gelo îro wê rewşa Ewropa û Amerîka çi bûya. Bila her kes hesab bike. Di rewşeke ku DAIŞ ewçendî hatiye qelskirin de eger îro li Ewropayê dikare çalakiyên bi vî rengî bike, wê demê divê DAIŞ rast bê pênasekirin. Rêveberiya Rûsyayê li ser têkiliya organîk a navbera AKP û DAIŞ'ê belge û agahî daye Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî. Di çapemeniyê de jî gelek agahî û belge hatin weşandin. Bi hev re bazirganiyê dikin. Ya herî girîng jî, xwedî Plana Têkbirinê ya hevpar in. Dema êrîş li hemberî Kobanê hat kirin, bê şik û guman me dizanîbûn ku ew êrîş ji aliyê Tayyîp Erdogan ve tê rêvebirin. Hingî gotibû, 'Kobanê li ber ketinê ye, wê piştre dor bê Efrînê'. Niha jî got, 'Ev teqîn wê li Brukselê jî bê kirin' û li Brukselê teqîn hatin kirin."

'ERDOGAN DIBÊJE, DAIŞ JÎ DIKE'

Li ser vê mijarê Kalkan axaftina xwe wiha dewam kir: "Tayyîp Erdogan dibêje, ew jî dikin. Hin kesên êrîşên li Brukselê nirxandin gotin, 'Ji bo êrîşeke bi vî rengî amadekariyeke bi mehan divê. 3 roj piştî ku Erdogan got, pêk hat. Lewma neheqiye ku mirov bêje ku eleqeya teqînê bi wê gotinê re heye'. Dibe ku ji berê ve amade bûn û li benda fermanê bûn. Di leşkeriyê de rêxistinbûyîneke bi navê 'hucreyên razayî' nîne? Ya ku di bin navê bazariya penaberan de dike, ew e.

'YA KU DI BIN NAVÊ BAZARIYA PENABERAN DIKE, EV E'

Têkiliyên AKP'ê yên bi DAIŞ'ê re piralî ne. Aliyên vê yên îdeolojîk, leşkerî, siyasî, rêxistinî hene. Li Hin cihan DAIŞ a MÎT'ê heye. Mesela DAIŞ'ê heta niha qebûl nekiriye ku di nava sînorên Tirkiyeyê de çalakiyek kiriye. Ne berpirsyariya 5'ê Hezîrna 2015'an a li Amedê girt ser xwe, ne jî êrîşa li Taksîmê. Bi tenê rêveberiya AKP'ê dibêje 'DAIŞ'ê ev kiriye'. Li cihê siyaseta AKP'ê dixwaze, daxwaza AKP'ê bi cih hat anîn. Hemû êrîşên li ser navê DAŞ'ê hatin kirin, xizmetê ji siyaseta AKP'ê re dikin. Lewma gelekî eşkere ye ku siyaseta AKP'ê van dide kirin. Bi navê DAIŞ'ê, ji aliyê MÎTê ve tê kirin, AKP jî dibêj 'DAIŞ'ê kiriye'.

Xeteriya DAIŞ'ê dewam dike. DYA û Yekîtiya Ewropa bi vê hesiyan, lê li gorî hesabê berjewendiyan nêzîk dibin. PDK jî di vê mijarê de helwesteke neyînî nîşan dide. Dibe ku berjewendiYên xwe yên siyasî û aborî pê re hebe, lê divê ev jî bi pîvan û exlaq bin. Desteka îro ji AKP'ê re tê dayîn, yekser dibe destek ji bo DAIŞ'ê."

Kalkan da xuyakirin, ku divê têkoşîna li dijî faşîzma DAIŞ û AKP'ê li Kurdistan û Rojhilata Navîn tê meşandin rast bê fêmkirin û got, "Pêwîste her kes bi xurtî tevlî vî şerê azadiyê û hebûnê yê gelê Kurd li dijî faşîzmê dimeşîne bibin û destekê bidin. Divê Bloka Demokrasiyê bê avakirin."