Şervanên enternasyonal ên YPG û YPJ’yî bang li raya giştî ya navneteweyî kirin

Şervanên enternasyonal ên YPG û YPJ’yî peyameke bi vîdeo weşandin û êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin. Di vîdeoyê de hate xwestin ku bila herêma hewayî were qedexekirin.

Li hemberî êrîşên ku dewleta Tirk di demên dawîn de li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, şervanên enternasyonalîst ên YPG û YPJ’yî jî peyamek weşandin. Şervanan peyameke bi vîdeo weşandin û diyar kirin wê heta dawiyê şoreşê biparêzin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin  di 22’ê Tîrmehê de fermandara YAT’ê Jiyan Tolhildan, Fermandara YPG’ê Roj Xabûr û endama YAT’ê Barîn Botan di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bûne û hate gotin di sala 2022’an de bi dronan li hemberî Rojava 56 êrîş hatine kirin û di van êrîşan de 27 kes hatine qetilkirin.

Şervanan diyar kirin piştî dagirkeriya Efrînê ya di sala 2018’an de êrîşên li ser Rojava bê navber domiyaye û bal kişandin ser vî tiştî ku armanca van êrîşan ev e ku şoreş were tunekirin û Kurd werin koçberkirin.

Şervanan bang li dostên Rojava yên li dinyayê kirin û gotin “Werin bi me re rabin serhildanê û vê şoreşa jinan biparêzin. Divê em vê plana qirêj a dewleta Tirk ku şoreşgerên jin dike hedef, teşhîr bikin. Daxwaza me ya herî lezgîn ev e ku divê qada hewayî ji firîn û gerandina balefiran re were qedexekirin.”

Şervanan diyar kirin heta dawiyê ew ê şoreşê biparêzin.