Îran li balafira xwe ya winda digere

Lêgerîna li balafira rêwiyan a Îranê ku roja Înê winda bû, dewam dike.

Di balafirê de 66 kes hebûn. Balafir dema li herêmeke çiyayî ya li başûrê rojava yê welêt bû ji radarê derket.

Lêgerîna li balafirê, ji ber şert û mercên nebaş û giran ên hewayê hatibû rawestandin. Lêgerîna li balafirê roja Duşemê dîsa dest pê kir.

Tê gotin, balafira rêwiyan a şîrketa Aseman Aîrlînes a ji Tehranê rabû ketiye xwarê û hemû rêwiyên tê de mirine.

Buroya lêkolîn û analîza ewlekariyê ya hewakariya sivîl a Fransayê, ji bo eşkerekirina sedema qezayê tîmek lêpirsînê ya ji sê kesan şand Îranê ji bo alîkariyê bide rayedarên Îranî.