Însiyatîfa Zarokên Agir keştî û sê fîrma şewitandin

Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku li Bûrsa, Stenbol û Kocaeliyê, keştiyeke bar, sê fîrma, kargeheke lastîkên wesayitan û çar wesayit şewitandin.

Însiyatîfê diyar kir ku wê li hemberî êrişên li ser Kurdan bêdeng nemînin û got, "Em ê hesabê hovîtî, komkujî û talana li Kurdistanê tê kirin her tim bipirsin."

Di daxuyaniyê de li ser çalakiyan ev agahî hate dayin:

"29'ê Mijdarê li navçeya Înegol a Bûrsayê, fîrmayên DECO STÎL Koltûk, VENE Mobîlya û MERÎÇ Mobîlya yên ku piştgirî didan aboriya faşîzmê hatin şewitandin û bi 50 milyonî xisar lê hate kirin.

29'ê Mijdarê li navçeya Kartepe ya Kocaeliyê kargeheke lastîkên wesayitan a kesekî AKP'î hate şewitandin.

28'ê Mijdarê li Bûrsayê mînîbuseke kesekî MHP'î hate şewitandin.

28'ê Mijdarê li navçeya Beyoglû ya Stenbolê 2 wesayitên 'dijminên Kurdan' hatin şewitandin.

27'ê Mijdarê li navçeya Tûzla ya Stenbolê, keştiyeke bar a T-MARE li Tersxaneya Torgemê ya AKP'iyan hate şewitandin.

27'ê Mijdarê li navçeya Darica ya Kocaeliyê wesayitek kesekî AKP'î hate şewitandin."