Însiyatîfa Aştî û Demokrasiyê ya ji bo Efrînê ava bû

Li Elmanyayê zanyar, hunermend, hiqûqnas, nûnerên partî û sendîkayan li hev civiyan û Însiyatîfa Aştî û Demokrasiyê ya ji bo Efrînê ava kirin.

Însiyatîfê ji civaka navneteweyî xwest ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ji bo Efrînê bikeve nava liv û tevgerê. Însiyatîf wê 3'ê Adarê xwepêşandaneke girseyî li dar bixe.

Gelek şaxên sendîkaya mamosteyan GEW, nûnertiya Berlînê ya sendîkaya sereke ya Elmanyayê IG Metall, saziyên hawirdorparêzan, rêxistinên mafên mirovan, nûnerên partiyên siyasî, parlamenter, organîzasyonên ku mafên jinan diparêzin, sînemavan, rojnamevan û hiqûqnasan biryar dan ku ji bo Efrînê bi hev re tevbigerin.

Ji sînema heta siyasetê, ji sendîkayan heta zanîngehan gelek hêz û kesayet bi navê Însiyatîfa Aştî û Azadiyê ya ji bo Efrînê (Bündnis für Frieden und Demokratie in Efrin) li hev civiyan.

Endamên însiyatîfê bal kişandin ser rewşa dawî ya li Rojava û xwerêveberiya ava bûye û gotin, "Modela ku li Rojava ava bû, ji Sûriyeyê û gelemperiya herêmê re dikare bibe mînak." Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku êrîş û hewldanên dagirkeriyê yên dewleta Tirk gefê li vê modelê dixwin, işaret bi xeteriya qirkirina gengaz li Efrînê hate kirin û bang li civaka navneteweyî hate kirin ku bikeve nava liv û tevgerê.

JI BO EFRÎNÊ WÊ 3'Ê ADARÊ XWEPÊŞANDANEKE MEZIN BÊ LIDARXISTIN

Însiyatîfê bi bîr xist ku aştîxwazên li Tirkiyeyê yên li ber êrîşa li ser Efrînê rabûn hatine girtin û ji bo Efrînê banga piştgiriyê kir. Însiyatîfê ji hemû saziyên demokratîk, rêxistinên dij bi şer, saziyên jinan û hawirdorparêzan, sendîka û aştîxwazên li gelemperiya cîhanê rêxistinbûyîne xwest, ku destekê bidin Efrînê û ev 5 daxwaz anî ziman:

- Ji bo êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê biqedin, ku binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye, divê hêzên navneteweyî yên mîna Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û NATO tavilê bikevin nava liv û tevgerê.

- Pêwîste Elmanya firotina çekan ji bo hemû rejîmên otokratîk bi taybetî ji bo Tirkiyeyê derhal bisekinîne.

- Ji bo hevdîtinên aştiyê yên Kurd-Tirkan ku 2015'an qut bûn ji nû ve dest pê bikin, karê siyasî û dîplomatîk bê kirin.

- Divê Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê were naskirin û piştgirî ji xwerêveberiya demokratîk re bê dayin.

- Girîng e alîkariya însanî ji kantona Efrînê re were kirin, bi taybetî destê alîkariyê dirêjî birîndaran û penaberan bê kirin.

Însiyatîf ji bo qîrîna Efrînê bi cîhanê bide bihîstin, wê li Elmanyayê meşeke navendî li dar bixe ku aştîxwaz, dijberên şer, hawirdorparêz, partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl destekê didin. Meş wê 3'ê Adarê li meydana Alexanderlatzê ya li paytext Berlînê dest pê bike.

Endamên însiyatîfê: Prof. Peter Ott, parêzer Lukas Theune, Şaredara berê ya Kreuzbergê Cornelia Reinauer, endama sendîkaya GEW'ê Birgit Zwikirsch, Hevseroka Koma Partiya Çep a Eyaleta Hambûrgê Cansu Ozdemir, parlamenterên eyaleta Thuringenê; Johanna Scheringer-Wright, Kati Engel, Christian Schaft, Sabine Berninger, Astrid Rothe-Beinlich, zanyarê siyasetê Îsmaîl Kupelî, ji Zanîngeha Hunerê ya Berlînê Prof. Dr. Hito Steyerl, Seroka Rêxistina Partiya Çep a Berlînê Katina Schubert, endamên meclîsa federal; Pia Zimmermann, Jan van Aken û Andrej Hunko.

Agahiyên berfireh ên li ser însiyatîfê ji van navnîşanên înternetê dikarin bên peydakirin:

https://friedenafrin.wordpress.com

https://twitter.com/friedenafrin

https://www.facebook.com/friedenafrin/