Înisîyatîfa Zarokên Agir 12 kargeh û TIRek şewitandin

Înisîyatîfa Zarokên Agir diyar kir ku wan li çar bajaran yek jê fabrîke 12 kargeh û TIRek şewitandine.

Înisîyatîfa Zarokên Agir diyar kir ku wan dest bi ‘Pêngava rûxandinê’ kirine got “Heta ku leşker û polîsên TC’ya faşîst ji Kurdistanê biteqizin, em ê bi pêngava rûxandinê fabrîke, wesayît û kargehan bişewitînin.”

Li gorî daxuyaniyê di 5’ê Îlonê de 9 kargehên li ber perava Erîklî ya Keşana Edîrneyê, li Sîlîvriya Stenbolê şîrketa ‘Kale Kayişlari’ ya F.D. ku dijminê Kurdan e û zilmê li karkeran dike, li Bûrsayê TIRa kesekî MHP’yî yê faşîst, di 4’ê Îlonê de li Sîlîvriya Stenbolê fabrîkeya hilberîna plastîkê ya AKP’yiyan, li Konyayê jî kargeha plastîk û PVC’yan a AKP’yiyan hatine şewitandin.