ÎHD: Eren ê ku hate destgîrkirin, piştre hate windakirin

Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê li aqûbeta Hayrettîn Eren pirsî yê ku berê hate destgîrkirin û piştre hate windakirin.

Komîsyona Windayan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Îzmîrê, di çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” de li aqûbeta Hayrettîn Eren pirsî yê ku beriya 39 salan berê hate destgîrkirin û piştre hate windakirin. ÎHD’ê li pêş Sumerbankê daxuyanî da, pankartên “Kesên winda diyar in faîl li ku ne” û “Kesên winda wijdan in lê xwedî derkeve” vekir. Di daxuyaniyê de Rêveberê Şaxa ÎHD’ê yê Îzmîrê Caner Canli axivî. 

Canli, diyar kir ku dîroka welat dîroka kesên hatine windakirin, kiryarên nediyar û îşkenceyan e û bi lêv kir ku di heman demê de dîroka van kesan e ku li dijî van tiştan têdikoşin.

Canli, çîroka windakirina Eren xwend û wiha axivî: “Hayrettîn Eren ê di sala 1954’an ji dayik bû, di salên 1970’yê de di nava tevgerên sosyalist de cih girt. Piştî darbeya 12’ê Îlona 1980’yan di 21’ê Mijdara 1980’yê de bi wesayîta bavê xwe hat derbasoka Haşîm Îşcan. Li vir hat destgîrkirin û ew birin Qereqola Karagumrukê. Dema ku malbata wî bûyera destgîrkirinê hîn dibe diçe qereqolê û di lênûska destgîrkirinê de navê Hayrettîn Eren dibîne. Rayedarên girtîgehê gotin ku Hayrettîn û 8 kesên di heman operasyonê de hatin destgîrkirin, birin Şaxa Siyasî ya li Gayrettepeyê. Ahmet Ozturk, Ahmet Ok, Şaban Arslan, Tûrgût Karataş û Fevzî Rakici yên di heman operasyonê de hatin destgîrkirin bûn şahidên destgîrkirin û lêpirsînkirina Hayrettîn Eren. Ahmet Ozturk got ‘ez şahid im min ew hem li qereqolê hem jî li şaxa siyasî dît’.”

Canli, bi bîr xist ku ligel têkoşîna hiqûqê ku malbata Eren û ÎHD’ê bi rê ve birin jî dewletê lêpirsîneke bi bandor nekir û wiha got: “Bi biryara ne şopandinê û demboriyê xwestin dosyayê bigirin. Negihiştin cenazeyê Hayrettîn Eren. Dayika wî jî berî ku gora kurê xwe bi kulîlkan bixemilîne jiyana xwe ji dest da. Em careke din destnîşan dikin ku li dijî hişmendiya ku kêlekê gorê weke maf nabînin û henekên xwe bi dayikeke li kurê xwe geriya kirin, ji bo mafên mirovan, demokrasî û rêgezên hiqûqê yên gerdûnî têkoşîna xwe bidomînin. Em soz didin ku heta windayên xwe bibînin em ê têbikoşin.”