ÎHD Edene: Daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê daxwazên mafdar in

Serokê Şaxê Edeneyê yê ÎHD'ê Îlhan Ongor diyar kir, ji bo Leyla Guven û girtiyên di greva birçîbûnê de ne bang li rêxistinên mafên mirovan hemûyan kir ku tavilê bikevin nava liv û tevgerê.

Hevserokê ÎHD'ê yê Edeneyê Îlhan Ongor li ser rewşa dawî ya greva birçîbûnê axivî û diyar kir ku divê dengê çalakgerên greva birçîbûnê bê bihîstin.

Ongor bi bîr xist, Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan 9'ê Sibata 2019'an raporek weşandin û diyar kir, wan dest bi karê ji bo mafê jiyanê kirine.

Ongor anî ziman, Komeleya Mafên Mirovan bi fedakariyeke mezin dixebite û destnîşan kir, daxwazên çalakgeran daxwazên di cih de ne. Ongor got, "Ji bo ti kesî nabe ku 4 salan nikaribe malbata xwe ya jî parêzerên xwe bbiîne. Ev yek binpêkirina mafên mirovan e, di heman demê de sûcê li dijî destûra bingehîn e... Lewma divê daxwazên ji bo bidawîkirina tecrîdê tavilê bi cih werin anîn û gavên pêwîst bên avêtin. Daxwazên çalakgeran daxawzên mafdar û qanûnî ne."

Ongor diyar kir, Komeleya Mafên Mirovan heta niha li gorî qanûnan tevgeriya ye û got, "Em îro jî heman tiştî dixwazin. Bila qanûn bi rengekî wekhev ji bo her kesî derbas bibe. Xaleke din a girîng jî ew e ku li koma destpêkê ya greva birçîbûnê pirsgirêkên giran ên tenduristiyê rû dane." Ongor anî ziman, li hin berxwedêran xweşiyên welê rû dane ku xisarên mayinde dibe ku li ser wan bimîne.

Ongor diyar kir, binpêkirina mafê jiyanê li Tirkiyeyê êdî ketiye rojeva raya giştî ya dinyayê û ji bo çareserkirina van pirsgirêkan ti hewldan nayê kirin.

Ongor destnîşan kir li temamiya girtîgehan polîtîkaya tecrîdê tê fezkirin û got, "Bêguman ev tecrîd di nava girtiyan de dibe sedema îsyanên cihêreng."