Êzidiyên ji DAÎŞ'ê reviyan di nava metirisiya xwekuştinê de ne
Êzidiyên ku ji êrîşa DAÎŞ'ê ya li Şengalê rizgar bûn û xwe li Elmanyayê girtin, di nava metirsiya întiharê de ne. Mehên dawî nêzî 20 ciwanan întihar kirin.
Êzidiyên ku ji êrîşa DAÎŞ'ê ya li Şengalê rizgar bûn û xwe li Elmanyayê girtin, di nava metirsiya întiharê de ne. Mehên dawî nêzî 20 ciwanan întihar kirin.
Çeteyên DAÎŞ'ê ku 3'ê Tebaxa 2014'an êrîşî Şengalê kirin, jiyana Êzidiyan herimandin. Bi hezaran kes hatin kuştin, 6 hezar jin û zarok hatin revandin. Bi sed hezaran mirov neçar man cih û warê xwe biterikînin. Li gorî hejmarên ne fermî, zêdeyî 70 hezar Êzidî wê wextê xwe li Elmanyayê girtin.
Piraniya wan li eyaleta Nîedersachsenê bi cih bûn. Yên mayî jî li gelemperiya Elmanyayê hatin belavkirin û bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû man. Pirsgirêka sereke jî ew e ku ciwanên Êzidî tengav dibin û dawî li jiyana xwe tînin.
LI GORÎ CIVAKNASAN, XWEKUŞTIN DEWAMA KOMKUJIYA ŞENGALÊ YE
Li derdora Hannover û Lehrteyê van mehên dawî 20 ciwanan dawî li jiyana xwe anîn. Ciwanên ku li nava sîstema Elmanyayê tengav dibin, dest bi alkol û madeyên narkotîkê dikin. Ev krîza ku kûr dibe, dike ku ciwan nema karibe ji nav derkevin. Di dawiya dawî de jî gelek ciwanan xwe avêtin ber trenê û dawî li jiyana xwe anîn. Malbatên wan sedema rasteqîn a van întiharan vedişêrin û dibêjin, "Xwedê xwestiye, lewma ev bûye."
Nûnerên saziyên Êzidiyan dibêjin, eger pêşî li vê yekê neyê girtin, wê pirsgirêkên girantir rû bidin. Li gorî civaknas û pisporan, xwekuştina ciwanên Êzidî dewama Komkujiya Şengalê ye.
RASTIYA LI PIŞT XWEKUŞTINÊ ÇI YE?
Husên Mîrza Hesen (23) yek ji dehan ciwanên Êzidî ye ku xawî li jiyana xwe anî. Hesen, Nîsana vê salê xwe avêt ber trenê û întihar kir. Piştî ku sala 2016'an ji Şengalê hate Elmanyayê, 5 mehan li Munchenê ma û dûre bar kir Hannoverê. Pismamê wî Pîr Bapîr Dawid anî ziman ku Hesen bê kar bû û got, "Dê û bavê wî timî pere jê dixwestin. Yekane pirsgirêka ku em pê zanin ev e."
Pîr Bapîr Dawid bi bîr xist ku mehên dawî zêdeyî 15 ciwanan xwe kuştine û got, "Di nava wan de mirovên zewicî û bi zarok jî hene. 2 ji 3 parên van xwekuştinan ji Şengalê ne. Berî niha bi demeke kin ciwanekî 18 salî xwe ji avahiyê avêt û dawî li jiyana xwe anî. Dayika 4 zarokan xwe bi dar ve kir. Sedema vê jî pirsgirêkên nava malbatê, pirsgirêkên aboriyê û lihevnekirina çandê ye. Zarok dimirin, pirsgirêka herî mezin jî ji malbatan re dimîne."
'BI HÊVIYA JIYANEKE NÛ HATIN, LÊ...'
Pismam û hevalê Husên Mîrza Hesen Ayaz Dawid jî anî ziman ku piraniya kesên ji Şengalê hatine travma ji ser xwe neavêtine û stresa ku dijîn jî ji ber tenêtiyê ye. Dawid got, "Pismamê min ji ber van pirsgirêkan întihar kir. Pirsgirêkên xwe hebûn. Mirovekî girtî bû. Pirsgirêkên malbatî hebûn. Em gelekî diaxivîn, me hewl didan pirsgirêkên nava malbatê çareser bikin, lê em bi ser neketin."
Dawid anî ziman ku ciwan di nava çiravê de ne û got, "Gelek ji wan diçin salonên nargîle û qumarê. Ji bo tiştên bi serê wan hatine ji bîr bikin, alkolê vedixwin. Ciwanên ji Şengalê ji komkujiya DAÎŞ'ê reviyan û hatin vê derê, dixwestin dest bi jiyaneke nû bikin. Lê niha întihar dikin. Ev bûyereke normal û ji rêzê nîne. Veguheriye çandekê. Her roj yek xwe diavêje ber trenê. Niha gelek kes diçe psîkologan."
'DI NAVA ÇIRAVA QUMAR Û NARKOTÎKÊ DE NE'
Ciwana 21 salî ya bi navê Delal jî berî çend rojan xwe avêtibû ber trenê û dawî li jiyana xwe anîbû. Delal tevî malbata xwe li kampeke penaberan a li bajarokê Lehrte yê nêzî Hannoverê dima. Malbata wê naxwaze li ser întihara wê biaxive.
Nêçirvan Mistafa beriya 2 salan ji Duhokê hatiye û li kampeke penaberan a li Lehrteyê dimîne. Balê dikişîne ser pirsgirêkên giran ên Êzidiyan û dibêje, "Dikevin nava çand û jiyaneke nû. Li malê jiyaneke cuda, li derve jiyaneke cuda. Ev yek pirsgirêkên wan girantir dike."
N.K. ê li Hannoverê dijî yek ji Êzidiyên ji Rojava ye. N.K. ê 22 salî dibêje, ciwan ketine nava çirava esrar û eroînê û got, "Hemû dixwazin dewlemend bibin. Piştî wextekê dema ku dibîne nikare bigihêjin xeyalên xwe, serî li bûyerên wiha didin. Eger wiha dewam bike wê bûyerên întiharê zêdetir bibin."
'DIVÊ EM LI SER VAN PIRSGIRÊKAN BISEKININ'
Berdevka Meclîsa Jinan a Gulan Gulo ya Lehrteyê Devrîm Alp anî ziman ku sedema bingehîn a întiharan ew e ku nikarin adapteyî sîstemê bibin û got, "Mirovên li vir ji jiyanê îzole bûne. Jiyana civakî ji holê rabûye."
Alp bal kişand ser zêdebûna bikaranîna alkolê, esrar û eroînê di nava ciwanên ji Şengalê hatine û got, "Civata ku di demeke ewqasî kin de bi van pirsgirêkan ketine, metirsî heye ku di nava salan de bikeve nava metirsiyên mezintir."
Endama Meclîsa Jinên Êzidî Sabriya Sevgat jî got, "Weke sazî û civakê, ji bo pêşî li vê rewşê bê girtin divê em tedbîrên cidî bigirin. Eger em tedbîran negirin wê girantir bibin."
Hevseroka NAV-YÊK'ê Çîçek Yildiz jî destnîşan kir ku hatina Elmanya û Ewropayê çare nîne û divê alîkarî ji civaka li Şengalê dijî re bê dayin.
'XWEKUŞTIN LI GORÎ BAWERIYA ÊZIDIYATIYÊ GUNEH E'
Şêx Tahsîn Îpek jî bi bîr xist ku li gorî baweriya Êzidiyatiyê xweşkuştin guneh e û got, "Li gorî baweriya Êzidiyan ê ruh dide Xwedê ye. Eger mirovek dawî li jiyana xw etîne, ev tê wê wateyê ku xwe xistiye şûna Xwedê. Ev jî guneh û sûcekî gelekî mezin e. Divê malbat ji zarokên xwe re qala vê bikin."
Dîroknas Loqman Bariş jî diyar kir ku xwekuştin dewama komkujiya li Şengalê ye û got, "Dema mirov li dîroka komkujî û şer dinerin, dibînin ku bandora wan di demeke kin de naqede. Bandora wan dibe ku bi salan dewam bike. Ji ber ku birîn zû nayên pêçandin. Ev jî di nava salan de xwe bi rengên cuda nîşan dide. Pêwîste bûyerên xwekuştinê yên ciwanên Şengalê bi vî rengî werin dîtin."
Civaknas Azad Bariş jî destnîşan kir ku sedema bingehîn a xwekuştina ciwanên Êzidî qutbûna ji koka xwe ye û got, "Dema tên vir, ya ku hêvî dikin nabînin. Dema ku bi dest naxin jî dawî li jiyana xwe tînin."