Êrîş birin ser girtiyên li Girtîgeha Maraş Turkgolu

Diyar bû ku li Girtîgeha Maraş Turkoglu tundî li ser girtiyên greva birçîbûnê tê kirin û rewşa wan a tendiristiyê ne baş e.

Girtiyên bi navê Azîz Yalçin, Ramazan Sebuktekîn, Hacî Sîncar, Alî Delabak, Alî Emîrhanî û Hîkmet Çalkan ku ji 1'ê Adarê ve li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa T'yê ya Bunyanê ya Kayseriyê di greva birçîbûnê de ne û girtiyê bi navê Ozkan Kart ku ji 10'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye, sirgûnî Girtîgeha Tîpa T'yê ya Maraş Turkoglu kirin. Girtiyên ku ji malbatên xwe re gotin dema sirgûnê leşkeran derb li wan dane, dema ku ketine girtîgehê, dema ku ji wan xwestine ku ser xwe tazî bikin û wiha wan seh bikin û wan jî ev qebûl nekirine û qerdiyanan bi darê zorê kincên ser wan ji wan kirine, bi parêzerên Insîyatîva Hiqûqnasên Azadîxwaz re hev dîtin.

Girtiyê bi navê Azîz Yalçin bi telefonê tiştên ku jiyane ji malbatê re vegot, diyar kir ku ew di hicreyên yek kesî de têne hiştin, rojê 2 caran qerdiyan li wan dixin. Yalçin got vîtamînên hewce nadin wan, ji ber derbên ku li wan dixin rewşa wan a tendiristiyê ne baş e û dibe ku her kêlî dawî li jiyana hinan ji wan were.

Parêzer Sînan Taştekîn derbarê hevdîtinê de agahî da û wiha got: “Di dema sewqê de girtî 4 saetan di ringê de rawestandine. Li girtîgeha Turkoglu ya Mareşê ferz kirine ku girtî xwe tazî bikin û ser wan seh bikin.  Ligel ku girtiyan gotine ev binpêkirina mafan e jî, qerdiyanan bi lêdan û darê zorê cilên girtiyan ji wan kirine. Dema girtî birine qawîşan jî, di rêzekê de birine û ji wan re gotine li çep û rastê xwe mêze nekin û nîzama leşkerî li wan ferz kirine. Dîsa di hucreyên yek kesî de 3 girtî bicih kirine û daxwaza girtiyan a di heman qawîşê de bimînin jî red kirine.”
 
Taştekîn, da zanîn ku li girtîgehê vîtamînên pêwîst nadin girtiyan û domand, ''Azîz Yalçin, Ramazan Sebuktekîn, Haci Sîncar, Alî Delabak, Alî Emîrhanî, Hîkmet Çalakan ên di 1’ê Adarê ve û Ozkan Kart ê ji 5’ê Çile ve di greva birçîbûnê de ne, vîtamînên pêwîst nadin wan. Rewşa tenduristiya Ozakan Kart jî pir nebaşe û bi awayekê pergalî nayê kontrolkirin.” 
 
Taştekîn, da zanîn ku wan bi rêyedarên girtîgehê re jî hevdîtinek kurt kirin û wiha dawî li  axaftina xwe anî: “Midûrê girtîgehê îdîa qebûl nekir û got nûçeyên derbarê girtîgehê de hatine çêkirin jî ne rast in. Li girtîgehê me bi 7 girtiyan re  hevdîtin pêk anî. Em ê vê  hevdîtinê bikin rapor û ji raya giştî re eşkere bikin. .