Çalakiyên li dijî tecrîdê dewam dikin: Li Îmraliyê sûcê mirovahiyê tê kirin!

Di çalakiyên ku bi daxwaza “Tecrîdê bi dawî bike” tên kirin de hate destnîşankirin ku li Îmraliyê sûcê mirovahiyê tê kirin û li dijî tecîdê bangaa têkoşîna hevpar hate dayîn.

Çalakiyên “Tecrîdê bi dawî bike” ku di pêşengtiya malbatên girtiyan de li ber avahiyên AKP’ê tên kirin, di hefteya 13’emîn de ne.

EDENE

Çalakiya ku malbatên girtiyan li Edeneyê bi dirûşma “Tecrîdê bi dawî bike” daye destpêkirin, hefteya 13’emîn li pey xwe hişt. Girseya ku li hemberî avahiya AKP’ê ya Edeneyê hate bahev ewilî xwest ku tecrîd demildest bê rakirin. Polîsan derdora avahiyê bi bariyeran girt. Li dijî hewldana astengkirina polîsan rêveberên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Dayikên Aştiyê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), DEM Partî, Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Edeneyê Akdenîzê (AATUHAY-DER), Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku Xizmên Xwe Windakirine re ya Akdenîzê (AYKAY-DER) çalakî li dar xistin. 

Kesên ku tev li çalakiyê bûn pêşmalkên ku bi Kurdî û Tirkî li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin û pankarta “Em ji bo edaletê tecrîdê rakin, ji bo aştiya civakî deng bide azadiyê” vekirin. Girseyê her tim dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” û “Ji tecrîdê re na, berî her tiştî aştî” berz kirin. Li ser navê girseyê Hevserokê AATUHAY-DER’ê Nûran Ozdeş metnê daxuyaniya çapemeniyê xwend. Ozdeş ê qala tecrîda li Îmraliyê kir, diyar kir ku tecrîd belavî hemû civakê bûye û wiha got: “Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê divê tecrîda li ser birêz Ocalan teqez bê rakirin.” Ozdeş, bang li hemû beşên civakê kirin ku ji bo rakirina tecrîdê têkoşîna hevpar bimeşînin. 

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê û çepikan bi dawî bû. 

MÊRSÎN 

Li Mêrsînê jî çalakiya ku malbatên girtiyan bi dirûşmeya “Tecrîdê bi dawî bike” dane destpêkirin kete hefteya 13’emîn. Di çalakiya ku malbatên girtiyan û endamên DEM Partiyê tev li bûn de pêşmalkên  “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” hat li xwe kirin. Girseya ku meşa wan a ber bi avahiya AKP’ê ve hate astengkirin li gel dirûşmeyên “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Jin jiyan azadî” çalakiya rûniştinê dane destpêkirin. 

Hevserokê DEM Partiyê yê Akdenîzê Nizar Esen, bi lêv kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên kronîk ên li vî welatî divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan di zûtirîn demê de were rakirin.

Çalakiya rûniştinê bi dirûşmeyan bi dawî bû. 

WAN

Di pêşengtiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) ya Wanê û malbatên girtiyan de çalakiya “Tecrîdê bi dawî bike” hate lidarxistin. Sebahat Tûncel û gelek kes tev li çalakiya li ber avahiya DEM Partiyê ya Bajêr hate lidarxistin bûn. 

Hevserokê DEM Partiyê yê Tûşbayê Refîk Çîdal, diyar kir ku desthilata AKP’ê girtîgeh bi dijberên xwe yên siyasî dagirtiye û anî ziman ku hiqûq jî veguherandiye amûra çewisandina mûxalefeta civakî. 

Çîdal, bi lêv kir ku AKP û Wezareta Dadê hewl didin tecrîdê rewa bikin û wiha got: “Sînorkirina mafên hevdîtina parêzeran, li ber çavan negirtina daxwazên malbat û parêzeran nîşaneya pêkanînên neheq û bêhiqûqî ne. Li dijî vê keyfîtiye li girtîgehan berdewam dike û polîtîkayên tecrîdê em bang li hemû baroyan, rêxistinên mafên mirovan û rayagiştî ya demokratîk dikin ku peywîra xwe pêk bînin.”

Piştî daxuyaniyê gişeye 5 deqîqeyan çalakiya rûniştinê pêk anî û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin.