Çalakiya sosyal demokratên Swêdê ji bo Efrînê

Li Swêdê nerazîbûna li Erdogan û dewleta Tirk ji ber êrîşên li ser Efrînê zêde dibin.

Li bajarê Ûmea yê li bakurê Swêdê, rêxistina xwecihî ya Partiya Karker a Sosyal Demokrat ku hevparê herî mezin ê hikumetê ye, ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê xwepêşandanek li dar xist.

Çalakî li meydana Radhûstorgetê pêk hat û rêveberên partiyê lê axivîn. Qisekeran êrîşên dewleta Tirk ên li dijî gelê sivîl şermezar kirin. Her wiha Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstrom a ji Partiya Sosyal Demokrat rexne kirin ku bi vekirî komkujiyê şermezar nake.

Di xwepêşandanê de bang li hikumeta Swêdê hate kirin ku êrîşên dewleta Tirk bi rengekî vekirî şermerzar bike û ji bo rawestandina êrîşan bikeve nava liv û tevgerê. Di çalakiyê de dirûşmên li dijî Erdogan û dewleta Tirk hatin qîrîn.