Çalakiya Dayikên Şemiyê di hefteya 697’an de ye: Ceylan li kû ye?

Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê di hefteya 697’an de hatin ba hev. Di vê hefteyê de aqûbeta Toga Baykal Ceylan ê 14 sal in ti agahî jê nayê girtin pirsîn.

Dayikên Şemiyê ji 27’ê Gulana 1995’an û vir ve her roja Şemiyê li Qada Galatasarayê tê ba hev, daxwaza aqûbeta kesên winda û darezandina berpirsan dikin.

Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên darizandin di hefteya 697'an de li Qada Galatasarayê hatin gel hev. Di çalakiyê de pankarta "Kujer diyar in, winda li ku ne?" hat vekirin. Dowizên ku wêneyên windayan li ser hat. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Tolga Baykal Ceylan ê ku 14 sal berê ji mala xwe ji bo betlanê derket û careke din agahî jê nehat girtin, hat pirsîn.

Di çalakiyê de destpêkê Parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû mafê axaftinê girt û bal kişand ser komkujiya 10'ê Cotmehê û got: "9 piyonan 101 carî cezayê heta heta girtin. Ji sînor heta Enqereyê rê li van kujeran vekirin."

Piştre dayika Tolga Baykal Ceylan ê windayî, Kadriye Ceylan mafê axivî û got:"Ez dayikek im ez bang dikim ku berpirs kujeran bibîne û ceza bike. Bila berpirs peywira xwe bi cih bînin. Berpirsên ku bû sedema windabûna Tolga hê jî li ser desthilatê ne û sûcên xwe vedişêrin. 14 sal in kujer tên parastin. Êdî bên însafê û kurê min bibînin."

Di çalakiyê de daxuyaniya hefteyê li ser navê Komisyona Windayan a ÎHD'ê ji aliyê Meryem Bars hat xwendin. Meryemê diyar kir ku binpêkirina mafan ên giran pêk hatin û got:"Ji ber ku kujer nayên cezakirin sûcên nû derdikevin holê. Divê desthilatdar dawî li polîtîkayên xwe yên bêcezakirinê bîne."

Ceylanê çîroka Tolgayê 24 salî ku xwendekarê Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê bû wiha vegot:"Li Stenbolê teva dayika xwe dijiya. Di 7'ê Tebaxa 2004'an de ji bo betlaneyê çû Navçeya Îgneada ya Kirklareliyê. Di roja yekem de li dayika xwe geriya û got ku ew gihaştiye Îgneadayê. Di 10'ê Tebaxa 2004'an da agahiya wî û ya dayika wî ji hev qut bûn. Careke din ji Tolga agahî nehat girtin. Dayika Kadriye Ceylan serî li hemû meclîsan da û li lawê xwe geriya lê encamek erênî bi dest nexist. Di 2004'an de lêpirsîna ku Dozgeriya Demirkoyê dest pê kiribû di 2006'an de bi biryara "cih ji teqîbatê re nîne" dosye hat girtin. Bi serîlêdana Kadriye Ceylan serî li Komeleya Mafên Mirovan hat dayin. Mijar li TBMM'yê jî hat vegotin. Di 9'ê Sibata 2011'an de li TBMM'ê komisyon hat avakirin."

Ji ber ku di rapora komisyonê de jî encamek erênî derneket holê malbat ket nav fikaran.

Bars da zanîn ku hewldanên Kadriye û ÎHD'ê vala derketin û got:"Nehat hînbûn ku çi hatiye serê Tolga Baykal Ceylan."

Meryem Bars herî dawî wiha got:"Em îro careke din bang li berpirsan dikin ku berpirsiyariya xwe bînin cih û li aqûbeta Tolga Baykal Ceylan bipirsin. Bersivê bidin pirsa me ya Tolga Baykal Ceylan li kû ye?"