7 kes hatin binçavkirin

Operasyonên qirkirina siyasî her diçin zêde dibin. Li Bazîdê polîs û leşkeran avêtin ser malan û 7 kes kirin binçavan.

Operasyonên qirkirina siyasî her diçin zêde dibin. Li Bazîdê polîs û leşkeran avêtin ser malan û 7 kes kirin binçavan.

Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê gelek polîs û leşkeran serê sibehê li navenda navçeyê û gundan bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinan de Nûnerê TUHAYD-DER'ê yê navçeyê Mehmet Bozkûrt, Delegeyê KCD'ê yê Bazîdê Ziya Ozberk, Hevserokê Rêxisitna DBP'ê yê berê Cemîl Rizaogullari û Îbrahîm Bobîlîk, Mehmet Kiliç, Baran Çagli û Îsmaîl Karadûman hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Qereqola Ûlûyol a navçeyê.

Hate hînbûn ku polîsan dema bi ser mala Îbrahîm Bobîlîk de girtin mal gulebaran kirin û derî û paceyên malê şikandin. Fikar hene ku hemara binçavkiriyan zêde bibe. Sedema binçavkirinê nehat zanîn.