7 girtî hatin sirgûnkirin

7 girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê dîl dihatin girtin, di saetên siharê de hatin sirgûnkirin.

7 girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Patnosê dihatin ragirtin, sirgûnê girtîgehên din hatin kirin. Li gorî agahiyên ji xizmên girtiyan hatine girtin, di saetên siharê de gardiyanan Alî Ejder Eryakût û 6 girtiyên din ji qawîşên wan derxistine û sirgûnê girtîgehên din kirine.

Nehat zanîn ku girtî sirgûnê kîjan girtîgehan hatine kirin û hat diyarkirin ku parêzerên girtiyên hatin sirgûnkirin û malbatên wan, li rêveberiya girtîgehê geriyane, lê tu agahî negirtine.