1 sal û 6 meh ceza li Rojnamevan Çapan hat birîn

Li Midûra Karûbarê Nivîsê ya Rojnameya Ozgur Gundemê, Reyhan Çapanê 1 sal û 6 meh ceza hat birîn.

Li Hevgerînendeya Giştî Eren Keskîn û Midûra Karûbarê Nivîsê ya Rojnameya Ozgur Gundem ên bi Biryarnameya Bi Hukmê Qanûnê hat girtin, ji ber nûçeya bi sernavê ‘’Ji KCK’ê Biryara Bersivdayînê’’ ya di hejmara 12’ê Tîrmeha 2015’an de hat weşandin, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê dike” doz hat vekirin. Di rûniştina li Dadgeha Cezayên Giran a 13’emîn a Stenbolê ya li Çaglayanê hat lidarxistin de ji heman sûcdarkirinê ceza li Çapanê hat birîn. Cezayê li Keskînê hat birîn jî hat taloqkirin.

Di encama îtîraza parêzerên Çapanê ya li biryarê kirin de, ceza li Dadgeha Bilind hat betalkirin. Dadgeha Bilind îdia kir ku cezayê ji “propagandayê” hatiye dayîn li dijî usûlê ye, divê ji “çapkirina Daxuyaniyên Rêxistinê” ceza lê were birîn. Ji ber wê cardin li Dadgeha Cezayên Giran a 13’emîn a Stenbolê ji nû ve dest bi darizandina Çapanê hat kirin.

Parêzerê Çapanê, Ozcan Kılıç tevlê rûniştina 2’mîn bû. Şandeya dadgehê, 1 sal û 6 meha ceza li Çapanê birî.