14 kesên beşdarî kongreya HDP’ê bûn hatin destgîrkirin

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ya piştî kongreya HDP’ê de ji bajarên cuda 14 kes hatin destgîrkirin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 3’yê Tîrmehê de 5’emîn Kongreya Asayî ya Mezin li dar xist. Piştî kongreyê jî Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de ji bajarên cuda 14 kes hatin destgîrkirin.

Hat zanîn ku komên girêdayî Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê piştî kongreyê hinek kes ji wesayîtan paya kirin û hinek kes jî di encama serdegirtina malan de destgîr kirine. Li gorî agahiyan, niha 9 kes li Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê tên ragirtin. Her wiha ji destgîrkiriyan 4 kesan dê ji Êlihê û kesekî jî ji Îzmîrê bînin Enqereyê. Hat zanîn ku kesên hatine destgîrkirin ji 4’ê Tîrmehê ve li midûriyeta polîsan tê ragirtin.“

Serdozgeriyê lêpirsîn bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” vekiriye û dirûşmên di kongreyê de hatine berzkirin jî weke hincet hatiye nîışandan.