1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li Moskowayê hate pîrozkirin
Kurdên li Moskowayê dijîn, 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li Mala Kurdan pîroz kirin.
Kurdên li Moskowayê dijîn, 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li Mala Kurdan pîroz kirin.
Kurdistaniyên li paytexta Federasyona Rûsya Moskowayê dijîn, 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bi civînek li Mala Kurdan pîroz kirin. Tevî rêveberên Otonomiya Çanda Kurd, nûnerên Tevgera Jinên Kurd û Nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê li Federasyona Rûsyayê Rodî Osman, gelek kes tevlî civînê bûn. Pîrozbahiyê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê dest pê kir.
Nûnerê Rêveberiya Xweser Rodî Osman li civînê axivî, 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir û êrîşên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li dijî Kurdan tên kirin, şermezar kir.
Osman got, "Ji destpêkê ve ve hin hêz naxwazin Kurd li Rojava bibin xwedî maf û xwe bi rê ve bibin. Van kes û Hêzan her tişta ji dest hat kirin, lê Kurdan li Rojava bi berxwedaneke bêhempa ev hemû hewldanên dijber pûç kirin. Di encama berxwedana dildarên azadiyê yê ji çar aliyên cîhanê hatin Kobanê de, 1'ê Mijdarê weke Roja Kobanê ya Cîhanê hat ragihandin û tê pîrozkirin."
Piştre Seroka Organîzasyona Jinên Kurd li Moskowayê Tare Kadir piştre axivî û got, "Gelê Kurd bêyî xwe bi deverekê ve girê bide, têkoşîna xwe bi hêza xwe meşand û gihîşt wê astê ku jiyana azad ava bike. Berxwedana li Rojava bi taybetî ya li Kobanê mînaka vê yekê ya şênber e. AKP û Erdogan koledariyê li ser Kurdan ferz dikin. Kurd, bi qasî ku vê qebûl nekin êdî bi rêxistin û xurt in."
Beşdarên civînê jî hest û nêrînên xwe li se rojê bilêv kirin.