Ziyana TOKÎ’yê ya Amed û Rihayê 2 milyar e

Hate gotin ziyana TOKÎ’yê ya Amed û Rihatê 2 milyar lîre ye.

Ji hêla Midûrîyeta Giştî ya Emala Millî ve piranî jê 2004-2005’an ji bo ku nedin şaredariyên DEHAP’ê yên Amedê erse û araziyên ku dewrî TOKI’yê hatin kirin, 2 hezar donim jê ji hêla TOKI’yê ve hatin firotin. Her wiha ji hêla TOKI’yê ve li Amed û Rihayê, li derveyî rêziknameya Saziya Îhaleyê ya Cameweriyê, ji bo tesîsên ku bi şêwaza bazarê îhale kirin 4,4 milyar TL da, hatina wê jî 2,6 milyar e. Bi ser de, di nav vê hatinê de 245 TL jî hene ku ev jî bi firotina ersa û araziyan ketiye dest.

2004’an li gorî Yasayên Şaredariyê ya entegrebûna bi YE’yê re diviya ersa û araziyên di nav plana Imarê de dewrî şaredariyê bihatana kirin lê ev dewr li Amedê nehate pêkanîn û di dema derketina yasayê de erazî dewrî TOKI’yê hatin kirin. Şaredarê Şaredariya Amedê yê wê demê li gel ku ev mijar gelek caran bi raya giştî re par ve kir jî ev ersa û erezî ji şaredariyê hate revandin.

Osman Baydemîr ku hê jî Wekîl e ji bo xebatên TOKI’yê yên Amed û Rihayê têkildarî xebatên wê yên salên 2003-2016’an ji bo ku Serokwezîr Bînalî Yildirim bersivê bide pirsnameyek da. Alîkarê Serokweîr Nurettîn Canikli bersiv da. Dema ku mirov li bersivê dinere, derdikeve holê ku li gel ersa û eraziyên belaş TOKI nêzî 2 milyar TL’yî xisiriye.