Qeyûmê Şaredariya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê Cemîl Ozturk ferman da zabitayan da ku êrîş bibin ser firoşkarên gerok. Dema ku zabitayan bi jopan û gazê êrîş bire ser firoşkarên gerok esnafan û gel jî helwest nîşan da. Di bûyerê de 5 zabitayên Îpekyoluyê birîndar bûn.
KETIN REWŞA XWEPARASTINÊ
Ekîbên zabitayan ên Şaredariya Qeyûmê ya Îpekyoluyê li gel ku bikaranîna wan qedexe ye jî li dijî gel û esnafan gaza îsotê û jop bi kar anîn. Piştî vê tundiya zabitayan gel û esnaf ketin rewşa xweparastinê.
'CIHÊ QEYÛM Û ZILAMÊN WAN LI WANÊ NÎN E'
Esnaf û gel ku bersiv dane êrîşên zilamên qeyûm gotin ti cihê wan li Wanê nîn e û wiha gotin: "Ev hatine ku xwîna me bimijin. Weke ku ne bes be şaredariya me dagir kirine niha jî êrîşê bi ser me de tînin. Ji niha û şûn de qeyûm êrîşê bînin em welatî jî em ê bersivê bidin. Wan ne bê xwedî ye."