Zarokên di bin ambargoyê de û cejn

Cejn herî zêde kêfa zarokan tîne. Ji bo wan cejn şekir, eydanî û kincên nû ne. Lê heke ne di bin ambargoyê de bin.

Di vê cejnê de em li kolanên Mexmûrê ne. Em bi meraq in wê cejn çawa bibore. Gelê Mexmûrê ev 25 sal in li sirguniyê dijîn. Heke gotin cihê xwe bibîne, em dikarin bibêjin ku mirovên ji bo tiştên bawer kirine berdêleke zêde dane. Di destê sibehê de berê diçin serdana goristanên şehîdan. Vê bajaroka ku bi sedan şehîdên wê hene, wekî peywirekê berê xwe didin goristanan. Piştre serdan dest pê dike. Bi hestîyariyeke mezin diçin serdanên hev. Ligel ku li ser gelê Mexmûrê polîtîkaya şerê taybet hebe jî têkiliyên wan ên civakî gelekî xurt e.

Lê ev cejn naşibe cejnên din. Gelê ku hejar e niha jî di bin ambargoyeke mezin de ye. Ji 17’ê Tîrmehê û heta niha li ser kampê ambargoyeke mezin heye. Dema ku wisa be mirov ne dikarin ji kampê derkevin û ne jî dikarin bixebitin. Gelê hejar nikarin ji zarokên xwe re şekiran jî bikirin. Gelo çi dibe sedem ku dê û bav nikarin ji zarokên xwe re cilan û şekiran bikire. Bersiv gelekî hêsan e: Li ser kampê ambargo heye. Ketin û derketina ji kampê hatiye qedexekirin. Destûr nayê dayîn ku jinên ducanî jî biçin nexweşxaneyan, ji ber vê jî du dayik zarokên wan ji ber wan çû. Ne bi tenê kêfxweşiya zarokan,mafê wan ê jiyanê jî ji destê wan tê stendin.

Di vê cejnê de zarok bi kêfxweşî li kolanan nagerin û şekiran berhev nakin. Ew jî dizanin ku li ser şekiran jî ambargo heye. Vê cejna bê şekir dibe cejna ku zarok nikarin bikenin jî. Ma zarokên ku nakenin cejna wan dibe?

Em li kolanên kampê digerin. Zarokekî porzer û çavşîn bi cilê xwe yê kevn nêzî me dibe. Bavê wî li pişt wî tê. Ez dema dipirsim çima ji zarokê xwe re cil nekiriye, ew jî diyar dike ku ji ber ambargoyê bêkar maye û rê jî girtî ne.

Ev mirovên ku bi salan ji axa xwe dûr in û li ser wan gelek zext hene, ji dêvila ku piştgiriya wan were kirin, pêşiya wan te birîn. Ji ber ku hikumeta Başûrê Kurdistanê ji dagirkeriya dewleta Tirk re deriyê xwe vekiriye.

Ev zarokên bê şekir, bextewar in. Ji ber ku di kelepora wan de stûxwarkirin tune. Ew dixwazin mezin bibin û hesap bipirsin. Yên ku nizanin bêşekirhiştina van zarokan çi ye, wê di demên pêş de poşman bibin.