YRK'ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir

YRK'ê nasnameya 3 gerîlayên di salên 2018 û 2019'an de şehîd bûn eşkere kir û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Navenda Çapemeniyê ya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) bi daxuyaniyekê nasnameya 3 gerîlayên di demên cuda de şehîd bûne eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di dem û cihên cuda de 3 hevrêyên me dema ku li ser erka xwe bûn, di encama qezayê de gihîştin şehadetê. Di serî de em ji malbatên her 3 hevrêyên xwe û ji gelên Kurd re sersaxiyê dixwazin."

Li gorî daxuyaniyê, agahiyên li ser nasnameya şehîdan wiha ne:

Nav û Paşnav: Ramîn Nesrûlah Zade 
Nasnav: Med Mezopotamya
Cih û dîroka Beşdarbûnê: 2016- Pênciwîn
Cih û dîroka Şehadetê: 2019- Pênciwîn

Nav û Paşnav: Xwisrew Spayî 
Nasnav: Brusk Nîrvan
Cih û dîroka Beşdarbûnê: 2018 Bane
Cih û dîroka Şehadetê: 2018- Asos

Nav û Paşnav: Mûsa Mehmûd Reş
Nasnav: Reşîd Serhed
Cih û dîroka Beşdarbûnê: 2017- Mihabad 
Cih û dîroka Şehadetê: 2019- Asos

Di dewama daxuyaniyê de têkildarî şehîdan ev agahî hatin dayin:

"Hevrêyê me Med Mezopotamya di sala 1996’an de li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Seqizê di nava malbateke welatparêz û bi axa xwe ve girêdayî çavê xwe li dinyayê vedike. Ji ber siyaseta rejîma dagirker a li ser gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê dimeşîne di temenê xwe yê ciwantiyê de ber bi lêgerînan gav davêje. Dema rastiya xwe nas dike berê xwe dide nava refên gerîla û dibe milîtanekî Rêber APO. Di nava refên gerîla de her tim bi ked û moralê ku di dilê hevalên xwe de dida avakirin dibû kesayetekî mînak, bi vî rengî li gelek qadan bi ked û hewldanê xwe bû xwedî tekoşîneke mezin.

Hevrêyê me Reşîd Serhed li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Mihabadê çavê xwe li dinyayê vedike. Ji ber rastiya bajarê Mihabad bi hestên welatparêziyê mezin dibe, ji ber vê yekê rastiya bajarê xwe nas dike û ji bo tolhildana Komara Mihabadê di temenê xwe yê ciwantî de di sala 2017’an de berê xwe dide nava refên gerîla. Zanebûna xwe ya heyî bi rêbaza Rêber Apo re dewlemend dike û li her dera têkoşîn lê dihate meşandin bê hesab bi fedekartî û kedayina bêsînor dibû kesayetekî nimûne di nava refê me de.

Hevrêyê me Brusk Nîrvan zarokekî Rojhilatê Kurdistanê Bajarê Bane bû. Zarokekî di nava zor û zehmetiyan de çavên xwe li dinyayê vedike û bi wî rengî heta beşdarî nava refên gerîla dibe dijî. Mîna her ciwanekî azadiya xwe di nava fikrên Rêber APO de dibîne û di sala 2018’an de beşdarî nava refên gerîla dibe. Di nava refên me de her çiqas xwendin û nivîsandina xwe nebû bi mereq û kelecaneke mezin her tim dixwest fikr û felsefeya Rêber APO ji kûr de nas bike û bijî.

Careke din wek Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê YRK’ê em ji malbatên her 3 şehîdên xwe sersaxiyê dixwazin û em soz didin ku xeyalên wan şehîdan em ê bigihînin serketinê û heta dawî em ê di rêka wan de bimeşin."