Nûçeya Lezgîn: Koma Aştî û Civaka Demokratîk: Em bi îradeya xwe ya azad çekên xwe îmha dikin

YPS'ê li ser çalakiyên li Amedê agahî da

Koordînasyona Giştî ya Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) da xuyakirin, ku li Amedê di encama çalakiyên hêzên wan de herî kêm 5 polîs birîndar bûne.

Koordînasyona Giştî ya YPS'ê diyar kir, şeva 15'ê Kanûnê saet di 03:00 de, li ser rêya Îpeklî a navenda Amedê û navçeya Erxeniyê, li dijî maşîneke zirxî çalakiyeke sabotajê hatiye lidarxistin û derb li vê maşînê hatiye xistin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan ên di vê çalakiyê de, nehatiye zelalkirin."

Koordînasyonê da xuyakirin, roja 16'ê Kanûnê derb li kulûbeya polîsan a nobedê ya li ber avahiya Walîtiyê hatiye xistin û di encamê de 2 polîs birîndar bûne.

Di dawiya daxuyaniyê de hat ragihandin, wesayîteke bi tîpa Dûblo ya Polîsên Tîmên Taybet ên li Amed-Baglar-Kaynartepeyê li dewriyê digeriyan bû hedefa hêzên wan û di encama derbên xurt de 3 polîs birîndar bûn.