YPS’ê li dijî polîsan çalakiyek li dar xist

ekîneyên YPS’ê di 17’ê Îlonê saet di 19.00’an de li dijî polîsên li ber dibistana Ferîtkoşkê ya Fiskayayê ya Amedê bi bombeyên destan û çekên ferdî çalakî li dar xistin.

Navenda Çapemeniyê ya YPS’ê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û têkildarî çalakiyên YPS’ê ev tişt diyar kir,

“Yekîneyên me yên YPS’ê di 17’ê Îlonê saet di 19.00’an de li dijî polîsên li ber dibistana Ferîtkoşkê ya Fiskayayê ya Amedê bi bombeyên destan û çekên ferdî çalakî li dar xistine. Li vê derê hejmara polîsên mirî û birîndar ên dijmin nehatine tespîtkirin. Piştî çalakiyê ambûlansek çûye cihê qadê û mirî û birîndar ji qadê derxistine. Hêzên şer ên AKP’ê ji bo paqijkirina cihê bûyerê gazî îtfaiyeyê kirine û qada çalakiyê şuştine.

LI AMEDÊ MARKETA A-101 HATE ŞEWITANDIN

Yekîneyeke me di 15’ê Îlonê de bi bombeyên deng û molotofan li dijî marketa A-101 a ku marketa hêzên şer ên qirêj ên AKP’ê ye ya li Xetboyî ya Amedê ye, çalakiyek li dar xistine. Piştî çalakiyê agir bi marketê ketiye. Yekîneya me ya ku ev çalakî li dar xistiye, bi silametî vegeriyane cihên xwe.”