Navenda Ragihandinê ya YPG'ê li ser êrîşên artêşa Tirk û komên çete yên li dijî Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin, artêşa Tirk di şeva 23'ê Kanûnê û sibeha 24'ê Kanûnê de bi çekên giran êrîşî gundên Silule û Ziyaretê yên li rojhilatê Kobanê kir.
Navendê bibîr xist ku roja 24’ê Kanûnê arteşa Tirk li gundê Silipkiran ê li rojhilatê Kobanê sînor derbas kir û gef li gundiyên herême xwar.
Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin, "Şeva 24'ê Kanunê jî artêşa Tirk bi çekên giran êrîş bir ser herêma Kaniya Kurdan a li rojhilatê navenda bajarê Kobanê.
6 ÇETE HATIN KUŞTIN
Navendê li ser êrîşên çeteyan jî ev agahî da: "Çeteyên DAIŞ'ê şeva 24'ê Kanûnê li dijî çeperên hêzên me yên li gundê Anad ê herêma Şedadê êrîşek pêk anîn. Piştî destwerdana hêzên me êrîşa çeteyan hatin şikandin û di encam de bi qasî hat zelal kirin, 6 çete hatin kuştin.
Çeteyên DAIŞ'ê şeva 23-24’ê Kanûnê jî bi topên hawanan êrîş birin ser gundê Azawî yê Şedadê."