YPG’ê têkîldarî êrîşên artêşa Tirk daxuyanî da
YPG’ê da xuyakirin ku artêşa Tirk êrîşî xaka Rojava dike.
YPG’ê da xuyakirin ku artêşa Tirk êrîşî xaka Rojava dike.
Navenda Ragihandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) daxuyaniyek nivîskî weşand û got; “Artêşa Tirk 20’ê Kanûnê saet 16.00’an de bi çekên giran û navîn êrîş birin li ser gundên Ziyaret û Celoglu yên dikevin rojavayê Kobanê.
21’ê Kanunê saet derdora 20.30’an jî artêşa Tirk bi çekên giran êrîş bir li ser gundê Habil Hewa ya giredayî Dêrikê. Di encama vê êrîşê de gelek mal û milkên gundiyan zirar ditîn û malek jî bi temamî şewitî.”