Nûçeya Lezgîn: Koma Aştî û Civaka Demokratîk: Em bi îradeya xwe ya azad çekên xwe îmha dikin

YPG'ê nasnameya 5 şehîdên xwe eşkere kir

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê, nasnameya 5 şervanên xwe yên li gundên Cabir û Teraqa yên Reqayê şehîd bûn, eşkere kir.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê, nasnameya 5 şervanên xwe yên li gundên Cabir û Teraqa yên Reqayê di navbera 20-24'ê Kanûnê de jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.

Daxuyaniya YPG'ê bi vî rengî ye:

Di Pêngava Xezeba Firatê de gelek hevalên me bi qehremanî şer kirin li hemberî hêzên tarî û destanên dîrokî nivîsandin.

Yekîneyên Parastina Gel YPG′ û Yekîneyên Parastina Jinê YPJ′ê bi rolek aktîf beşdarî pêngava duyemîn a Hemleya Xezeba Firatê bûn, di gelek şerê dijwar de rolek mezin girtin ser milên xwe. Di encama vî şerê giran de 5 hevalên me gehîştin şehadetê.

4 hevalên me di gundê Çabir û hevalek me jî gundê Teraqayê de yên girêdayî Reqayê gihîştin şehadetê.

Hevrêyên me ji 20’ê mehê heta 24’ê mehê şerekî giran li hember terorîstên DAIŞ’ê dane meşandin û heya dilopa dawî ya xwîna xwe şer kirin û giheştin şehedetê.

Di pêngava Xezeba Firatê de Hêzên Sûrya Demokratîk (QSD) yên YPG/YPJ′ê wek du hêzên sereke di nav de xwe bicih kirine bi dehan gundên stiratejîk ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgarkirine, herî dawî jî gundê Treqa û Cabir hatin rizgarkirin, ev her du gund ji bo çeteyên DAIŞ’ê gelek stiratejîk bûn, mirov dikare bêje bi rizgarkirina van gundan çeteyên DAIŞ’ê derben mezin xwarin.

Her pênc hevrêyên me yên di rizgarkirina van gundan de rolekî girîng girtin li ser milê xwe û bi fedakartiyek mezin beşdar bûn, giheştin şehadetê.

Weke Yekîneyên Parastina Gel YPG′ê û Yekîneyên Parastina Jinê YPJ′ê di serî de ji malbata şehîdan, em ji tevahî gelê xwe re sersaxiyê dixwazin. Şehadeta wan hevalan behaneyek din e ku em soza tolhildan û bihêzkirina têkoşîna şehîdan nû bikin û li pey şopa wan li hember êrîşan li ber xwe bidin.

Nasnameya pakrewanan wiha ye:

Nav û Paşnav: Birûsk Kobanê
Navê Rast: Yusuf Osman
Navê Dayikê: Fatma
Navê Bav: Îbrahîm
Cihê Ji Dayikbuyînê: Kobanê
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa-Cabir 23.12.2016

Nav û Paşnav: Îbrahîm
Navê Rast: Îbrahîm El- Ebdulleh
Navê Dayikê: Ferîda
Navê Bav: Ebd El- Henan
Cihê Ji Dayikbuyînê: El- Ehmediyê
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa-Cabir 22.12.2016

Nav û Paşnav: Şervan Efrîn
Navê Rast: Said Battal
Navê Dayikê: Hamîda
Navê Bav: Osman
Cihê Ji Dayikbuyînê: Heleb
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa-Cabir 21.12.2016

Nav û Paşnav: Agir Kobanê
Navê Rast: Zelal Osman
Navê Dayikê: Ayşe
Navê Bav: Mustefa
Cihê Ji Dayikbuyînê: Kobanê
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa-Cabir 24.12.2016

Nav û Paşnav: Şahîn Çavşîn
Navê Rast: Emîncan Muhemedî
Navê Dayikê: Emîna
Navê Bav: Huseyin
Cihê Ji Dayikbuyînê: Xoy
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa-Teraqa 24.12.2016