YPG’ê nansameya pakrewanekî xwe eşkere kir
YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya Fermandar Brûsk Mamê Gur ku di Şoreşa Rojava de têkoşîn û ber xwedanekî bê hempa meşand û gihişte şehadetê bi raya giştî re eşkere kir.
YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya Fermandar Brûsk Mamê Gur ku di Şoreşa Rojava de têkoşîn û ber xwedanekî bê hempa meşand û gihişte şehadetê bi raya giştî re eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê nasnameya têkoşerê xwe Brûsk Mamê Gur ê di encama nexeşiyê de 22’yê Kanûnê gihişte şehadetê eşkere kir. YPG’ê ji bo berdewamkirina rêya têkoşeran wiha got: “Rêheval Brûsk tevlî şoreşa Rojavayê Kurdistanê bû, pir êrîşên li dijî dagirkeran bi rêvebirin, da ku dîroka biratiya gelan bide nivîsandin û çeteyan ji axa pîroz derxe û dûr bixe. Her tim ji bo hevalên xwe cihê hêz û baweriyê bû. Pêşengekî bê tirs bû û bi berxwedaniya xwe ya bê hempa tirs û xof xist nav dilê dijmin û hêzek pir mezin da rêhevalên xwe yên tekoşînê.”
YPG’ê di daxuyaniya xwe de bibîr xist ku di sala 2010’an de serhildana gelan di Rojhilata Navîn de destpê dike, ew serhildan bandoreke mezin li gelê Sûriyeyê kir û hemû gelên di Suriyeyê de radibin serhildanê û dijberê dîktatoriyê dikevin nava şerekî dijwar de, di wî qonaxê de gelê Kurd jî di Rojavayê Kurdistanê de şoreşeke ava dikin û hemû gelên ku li Rojavayê Kurdistanê jiyan dikin di nava xwe de hewandin.
Şerên ku li Rojava bi giştî tê meşandin, Yekîneyên Parastine Gel (YPG) û Yekîneyên Parastine Jin (YPJ) ji bû gelên Kurdistanê gelek destanên lehengî di dîroka mirovahiyê de nivîsandin, her wiha rêhê fedayî û xwedî vîn dan nîşandan.
Bi dehan ji şervanên YPG/YPJ canê xwe ji bo doza birûmet, feda kirin. Ji bo ku xaka xwe azad bikin li dijî çeteyên hov DAIŞ’ê şer kirin û bi berxwedanekî dîrokî têkoşîn dam meşandin û serkeftinên mezin bi dest xistin.
YPG’ê têkildarî têkoşer Brûsk Mamê Gur ev tişt got:
“Ji bo parastina nirxê mirovahiyê, gelê Kurd YPG/YPJ ava kirin. Hemû zorî û zehmetî dane ber çavên xwe û nirxên mirovahiyê parastin, di nava wan parêzvanan de qehremanê bi navê Brûsk jî di nav de bû. Rêheval Brûsk rêya xwe ya jiyanek rast di rêya şoreşa gelan de dît û cihê xwe di nava şoreşa gelan de girt, bi baweriyek mezin beşdarî nava şoreşê bû.
Rêheval Brûsk tevlî şoreşa Rojavayê Kurdistanê bû, pir êrîşên li dijî dagirkeran bi rêvebirin, da ku dîroka biratiya gelan bide nivîsandin û çeteyan ji axa pîroz derxe û dûr bixe. Her tim ji bo hevalên xwe cihê hêz û baweriyê bû. Pêşengekî bê tirs bû û bi berxwedaniya xwe ya bê hempa tirs û xof xist nav dilê dijmin û hêzek pir mezin da rêhevalên xwe yên tekoşînê.
Ev demeke rêheval Brûsk bi nexweşiyeke giran ket, tevî hemû hewldanan ku hatin kirin, lê mixabin di 22’yê Kanûnê de li nexweşxanê tevlî nava pekrewanên azadiyê bû.
Fermandarê YPG Brûsk Mamê Gur roleke xwe ya pir girîng di şikandina DAÎŞ'ê di Rojava de hebû, heta dilopa xwîna xwe ya dawî li ser soza xwe ya ji bû azadiya gelan berxwedan û tekoşîn bi ruhekî berxwedêr û têkoşer li dijî terorîstên hovane da meşandin.
Îro eger berxwdana Rojava bi ser ket ew jî bi sekn û helwestên wisa bi nirx bi ser ket. Dema cîhan behsa serkeftinên Rojava dike helbet berya her tiştî şehîdên vê berxwedanê tê bîra mirovan, ji ber şehîdên me şehîdên hemû gelê azadî xwazin û ji bo hemû gelan xwe fedakirin e.
Em wek fermandariya giştî a YPG helwestên bilind yên we pîroz dikin, em dûbare dikin ku ji bo me şehedata rêhevalê Brûsk û hemû şehîdên azadiyê yên em şopendina rêya wan ji xwe re esas digirin û soza bilindkirina asta tekoşînê didin. Ji bo vê yekê em bi mûnasbeta îlankirina şehedata rêhevalê me Brûsk bi navê hemû şervanên YPG/YPJ soza xwe nû dikin û dibêjin heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê bi hemû tiştên giran bûha kû li ba me heye em ê tevbigerin û têbikoşin.
Em bang li hemû ciwanan dikin ku rêka şehîdan ji xwe re esas bigrin û tevlîbûna xwe di nava şoreşa Rojava de bilind bikin û ji doza azadî gavan paş navêjin.”
Nasnameya şervanê YPG’ê wiha ye:
Nasnav: Brûsk Mamê Gur
Nav û Paşnav: Mihemed Emîn Nezîr
Navê Dayikê: Şukriya
Navê Bav: Nezîr
Cihê Jidayikbuyînê: Qamişlo
Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo/ 22’yê Kanûna 2016