'Yekîtiya neteweyî çeka herî mezin a li dijî gefan e'

Rewşenbîr û pêşmergeyê dêrîn Hewrê Penam bal kişand ser gefên welatên cîran ên piştî referandûma li Başûrê Kurdistanê hatin xwarin û got, "Çeka herî mezin a Kurdan yekîtiya neteweyî ye."

Rewşenbîrê ji Başûrê Kurdistanê û pêşmergeyê dêrîn Hewrê Penam, li ser gefên ku welatên cîran piştî referandûma li Başûrê Kurdistanê xwarin, ji ANF'ê re axivî. Penam destnîşan kir, ku çeka herî mezin a Kurdan yekîtiya neteweyî ye û got, "Yekîtiya neteweyî ji bo Kurdan, di nava şert û mercên heyî de ji çekên kîmyewî jî xurtir e."

Penam bi bîr xist, ku gelê Kurd ji mafê xwe yê diyarkirina çarenûsa xwe bêpar hatiye hiştin û anî ziman, ku Kurdan di salên dawî de firsendên gelekî girîng bi dest xistine. Penam got, "Em yek ji gelên qedîm ên Rojhilata Navîn in. Lê li mafê xwe yê diyarkirina çarenûsa xwe bêpar hatin hiştin. Ji Peymana Kasr-Şîrîn a navbera Osmanî û Safewiyan ve, Kurd li erdnîgariya xwe ya parçekirî dijîn. Em bê statu hatin hiştin. Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn bi çar parçeyan hatin parçekirin. Lê belê niha firsendeke dîrokî û gelekî mezin li ber gelê me ye. Bi saya berxwedana gerîla, şervanan û pêşmergeyan, me firsendên mezin bi dest xistin."

'ÇEKA ME YA HERÎ MEZIN...'

Penam diyar kir, çeka herî mezin a ku niha dikare xizmetê ji gelê Kurd re bike, yekîtiya neteweyî ye û wiha dewam kir: "Partiyên siyasî û hêzên Kurdistanî, ji bo parastina destketiyên Kurdistanê û bikaranîna firsendên derketine holê, divê hê bêhtir hewl bidin. Rêya vê jî yekîtiya neteweyî ye. Çekên kîmyewî yên Kurdan nînin. Artêşeke wan a hevpar nîne. Dewleteke wan nîne. Lê belê hêza wan heye ku bibin yek. Yekîtî dikare hemû xeteriyan ji holê rake. Yekîtiya Neteweyî ji bo Kurdan, di nava şert û mercên heyî de ji çekên kîmyewî jî xurtir e."

'LI REXNEYAN NEHATE GUHDARÎKIRIN'

Penam da xuyakirin, ku nedane rexneyên navxweyî yên li ser referandûmê û bi bîr xist, ku piştî referandûmê gefên pir alî hatine xwarin. Penam got, "Piştî Mahabada ku emrê wê gelekî kin bû, Kurd ev 26 sal in li Başûrê Kurdistanê xwedî hikum in. Weke ku tê zanîn, van rojên bihurî me referandûmek kir. Gelek rexne hebûn, gelek planên cuda hebûn. Niha jî ji çar aliyan ve gef tên xwarin. Di demeke bi vî rengî de divê partiyên me yên siyasî, çapemeniya me, hêzên cuda yên li nava me, bi yek dengî di yekîtiya neteweyî de israr bikin û bi vê armancê bikevin nava hewldanan."

'JI BO YEKÎTIYA NETEWEYÎ DIVÊ EM GAVAN BIAVÊJIN'

Hewrê Penam destnîşan kir, ku dijminên Kurdan piştî referandûmê bi yek zimanî dest bi axaftinê kirine û ragihand, çareseriya herî mezin a li dijî van, yekîtiya neteweyî ye. Penam got, "Me hemûyan dît, ku dagirkerên li Kurdistanê çawa di nava rojekê de nakokiyên navbera xwe danîn aliyekî. Pêwîste em jî li dijî van yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin. Dem hatiye ku di vî warî de em gavan biavêjin. Ji yekîtiya neteweyî xurtir çekek me nîne."