YBŞ/YJŞ û xizmên cangoriyan li şehîdgehê hev kom bûn

Fermandariya YBŞ û YJŞ'ê bi malbat û xizmên cangoriyan re li şehîdgehê cangorî bi bîr anîn.

Fermandariya YBŞ û YJŞ'ê tevî malbat û xizmên cangoriyan di 17'ê Tebaxê de li şehîdgeha Şehîd Berxwedan û Şehîd Dilgeş li hev kom bûn û cangoriyên Şengalê bi bîr anîn.

Fermandariya YBŞ/YJŞ dayikên cangoriyan serê sibehê li şehîdgehê pêşwazî kir. Piştî pêşwazîkirina dayîk û malbatan derbasî cihê cîvînê bûn.

Di destpêka cîvînê de ji fermandariya YJŞ Hêzda Şengalî axivî. Hêzda Şengalî bi xêrhatina dayîkan kir û bal kişand ser berxwedana şervanên YBŞ/YJŞ, berxwedana dayîk û jinên Êzidî û hemû cangoriyên ku gihîştine şehadetê.

Hêzda Şengalî behsa destpêka berxwedanê kir û hêzên ku di destpêka fermanê de Şengalî parastine spasiya wan kir.

Piştî axaftina Hêzda Şengalî li ser navê fermandariya YBŞ/YJŞ Mazlûm Şengalî axivî û spasiya dayîkên kir.

Mazlûm Şengalî bal kişand li ser girîngiya têkoşina dayîkan û got, "Em deyndarên dayîkê xwe ne, hebûna me, dîroka me, çanda me û pêşeroja me dayîkên me ne."

Piştî axaftina Mazlûm Şengalî, dayîk û malbatên şehîdan bi şervanan re çûn ser goristanê. Yek bi yek gor ziyaret kirin û dua kirin.

Piştî goristan hat ziyaretkirin ji aliyê fermandariya YJŞ ve xwarin hat dayîn û cîvîn bi dawî bû.