BI DÎMEN

'Xweseriya Şengalê wê bi fikrê Rêber Apo bê qebûlkirin'

Serokeşîrên Şengalê diyar kirin ku bi fikirê Abdullah Ocalan wê ax, dîrok û gelê xwe biparêzin û gotin, Xweseriya Şengalê jî wê bi vî fikrî bê qebûlkirin.

Endamên Desteya Eşayîr a Şengalê ji ber salvegera 25'an a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin ji ANF'ê re axivîn.

Ji Desteya Eşayîr a Şengalê Hesen Evdo anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hewl dide gelê Kurd û hemû gelên bindest bêne rizgarkirin û got, "Xwest li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava gelê Kurd li ber zilmê rabe. Lewma ne tenê dewleta Tirk, dewletên navneteweyî jî ji vî fikrî aciz bûne. Xwestin fikrê Rêber Apo tine bikin, lê niha li nava gel û heta li nava her malek de belav bûye. Rêber Apo digot, civaka Êzidî bindest e û beriya teqîna Tilizêr û Sîba Şêx Xidir û ferman çêbibe jî hişyarî da û got, wê tiştên mezin were serê Êzidiyan. Dîsa hişyarî ji bo fermanê jî dabû û gotibû, divê em pêşî lê bigirin. Lê gelek aliyan gotin, em xwediyê vê axê û herêmê ne, wana rê li ber girtin û nehiştin.

Eger ne ji vê helwesta wan bûya, dibe ewqas dayîk û xwişkên me neketibûna destê DAÎŞ'ê. Ev hişyariyên Rêber Apo ji hemû serok eşîr û mezinên civaka Êzidî re hatibû ragihandin ku xeteriyek li ser civaka Êzidî heye."

Hesen Evdo bi dewamî got, "Herkes bi rengekî şexsî nêzîkî nêrîna Rêber Apo bû û bi malê dinyayê ket. Eger fikrê Rêber Apo hatibûya girtin, wê karîbûya li pêş fermanan raweste û li ber xwe bide. Ji ber fikrê Rêber Apo, fikrekî azad, navneteweyî û dîrokî ye. Lewma kêfa dewletan jê re nayê. Ev fikir xwedî wekhevî û aştiyê ye, herkesî li dora xwe kom dike."

Hesen Evdo anî ziman ku beriya fermanê jî fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Şengalê hebû, lê zêde di nava civakê de belav nebûbû û got, "Bi rastî jî eger ev fikir wê demê di nava civaka me de belav bibûya, wê hêza wê hebûya û zanîbûya çawa li ber xwe bide. Lê ev fikir zêde di nava civaka Êzidî de belav nebûbû. Lê piştî ev fikir di nava Şengalê de belav bû, êdî dewlet hesabê Şengalê dikin. Eger vî fikrî ji xwe re esas bigirin, wê bikarin pêşî li fermanan û her zehmetiyekê jî bigirin. Fikrê Rêber Apo niha ne tenê di nava civaka Êzidî de her wiha li nava gelên Ereb û Sûryanî de jî belav bûye. Ev fikir pîlanan asteng dike. Eger ev fikir belav nebibûya, wê civaka me dîsa her yek bibûya nobedarên hinekî din. Lê niha ew bi xwe nobedariya xwe dikin û hêza xwe ava kirine. Pêşî li her pîlaneke li ser Şengalê hate girtin."

Hesen Evdo herî dawî got, "Fikrê Rêber Apo niha li Şengalê belav bûye. Berê xelkê Şengalê her deh mirovek girêdayî partiyek bû. Yanî Êzidî bi xwe ne bi hev re bûn. Lê niha hêza wê çêbûye û dikare heta dewletan jî bide rawestandin. Eger ne ji wê hêzê bûya, wê yek mirovek Êzidî nekarîbûya li mala xwe rûniştiba. Lê vî fikrî wisa kir ku hêz, partî û meclîsên wê çêbibe. Eger ne ji wî fikrîb bûya, wê meclîsên xweser ên Şengalê çênebûna. Yek ji pêşketineke din a berçav a di encama vê fikrî de çêbûye jî Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ye. Niha dengê jinên Êzidî digihîne cîhanê. Xebatên wan li Iraq, welatên Ereb û di asta navneteweyî de çêdibe. Berê jina Êzidî nedikarî ji malê derbikeve, lê niha jin dikare xwe rêve bibe, dîroka xwe diyar dike. Niha jinên Êzidî di her malekê de li hember her êrîşekê li ber xwe dide û dibêje, ez şerefa xwe me, ne şerefa ti kesî me. Piştî van ewqas tiştan êdî civaka Êzidî têra xwe dike û wê li benda ti kesî nebe. Di Meclîsa Xweser a Şengalê de ji derveyî Êzidiyan, Sûryanî û Ereb jî cih digirin. Em gihîştin wê qenaetê ku em ê bikarin bi vî fikrî ax, dîrok û gelê xwe biparêzin."

Mam Xelef jî ku yek endamêb Desteya Eşayîr e diyar kir ku kî li ser vî fikrî bimeşe wê karibe her civakê birêxistin bike û got, "Gelê Ereb jî dikare li ser vî fikrî xwe rêxistin bike. Niha rojane civaka Ereb guhdarî li fikrên Rêber Apo dikin û di civatên xwe de behsa ramanên Rêbertî dikin. Ev fikir her rojê hîn zêde belav dibe û bi pêş ve diçe. Ev ramanên Rêbertî gelan tîne ba hev."

Mam Xelef got, "Eger fikrên Rêber Apo li Rojhilata Navîn belav bibe wê çareserî pêk were û wê ev şer ji sedî 90 xilas bibe. Ji ber fikrekî aştîxwaz û xêrwaz û netewî ye. Em weke gelê Şengalê bi vî fikrî re ne. Wê xweseriya Şengalê jî bi rêya vî fikrî were qebûlkirin û li herêmê belav bike''

Mam Xelef destnîşan kir ku pêngava azadiyê wê bi ser bikeve û got, "Ji ber ku gelê me jî hewcedarê azadiya Rêber Apo ye. Ev pêngav her diçe zêdetir gel li der dora xwe kom dike. Divê em jî di nava gel û dostên xwe de zêdetir kar ji bo pêşvebirina pêngavê bikin. 

15’ê Sibat rojek reş bû li ser gel û bi taybetî jî li ser xelkê me yê Şengalê. Ji ber eger ne ji wî fikir û felsefeyê bûya, me yê nekarîbûya niha van peyamên xwe bi rêya ragihandinê dabûna."

Mam Xelef Herî dawî got, "Em çi ji bo Rêber Apo re bikin jî wê kêm bimîne. Wisa kir ku Şengal careke din ava bibe, xelkê me li malên xwe vegerin û xwedî li axa xwe derbikevin. Dîsa eger ne ji vî fikrîbûya, dibe niha çiyayê Şengalê jî di destê hovan de bûya. Divê em vê carê dengê xwe bilind bikin û dengê xwe bigihînin dewletên navneteweyî û Rêber Apo ji zîndanê derbixînin."