'Xwedîderdetina li Rêbertî xwedîderketina li azadiya me ye'

Cûdî: Em çiqasî li hemberî dijmin dijwar, tûj û radîkal bin em ewqas jî ji bo pêkhateyên paşeroja xwe jî radîkal dibin. Xwedîderdetina li Rêbertî xwedîderketina li azadiya me ye. Em vê tecrîdê têk bibin.

Endama Koordînasyona PAJK’ê Bêrîtan Cûdî ji bo radyoya Dengê Welat axivî. Cûdî, bi wesileya salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya sala 1998’an a li hemberî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatî kirin şermezar kir û anî ser ziman ku hêzên komplo pêşxistin ji afrîneriya Ocalan tirsiya bûn. 

Cûdî di despêka nirxandinên xwe de kesayetên li hemberî komploye çalakiyên fedai kirin, bedena xwe kirin topên ji agir û di her milî de di nav çalakiyan de bûn û şehîd ketine bibîr anî û got ku destpêkê pêwîst e sedema komplo pêkanîna wan baş bê fam kirin. 

Cûdî wiha got; “Tevgera me ya azadiyê bêguman piştî ku Rêbertî ew afirand,  rastiya gel, rastiya civaka nû, weke sîstemekî nû derdixîne pêş. Rastiya jinê, cîwanan tê de heye. Gelek nirx bi xwe re da afirandin. Di nava vana de zindan jî heye. Gelek qadên têkoşînê hatin ava kirin. Dijmin ji bo Rêbertî bê tesîr bibe destpêkê xwest van deran jî têk bibe. Em dizanin êrîşa xwe ya herî mezin destpêkê li ser zindanan kirin. Di şexsê Kemal Pîr, Sarayan de ji xwe ev yek hate pûçkirin. Dîsa wekî berdewamiya wê, bi tasfiya Şener ve xwestin dîsa jî zindanan  ji aliyekê ve zeft bikin. Di heman demê li ser gerîla jî pir operasyon li dar dixist. Taybet operasyona 1994-95’an a ku pir berfireh bû destpêkirin. Dîsa li ser gel pir êrîş kirin, ji cih û warên wan koçber kirin, malên wan şewitandin. Yani di her warî de êrîş kirin. Afirîneriya Rêber APO xwestin ji holê  rabikin da ku zemîna ku Rêber APO li ser bimeşe nemîne.”

Cûdî anî ser ziman ku her çiqas kêm jî be encamek jê girtibin jî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan her car xwe ji nû ve ava kir, afirand, bi vê rekê jî tevger li ser piya hiştiye . Ji bo tinekirina PKK jî her çiqas xwestibin ji holê rakin jî dawî fam kirin ku tenê bi êrîşa ser çiyan, gel, zindanan, jinan û ciwanan bike jî nikarin bi ser bixin, ji ber vê rastiyê Ocalan kirine hedef. Cûdî wiha berdewam kir; “Taybet jî zemîna Rêbertî tê de kar dikir jî pir girîng bû. Ji ber ku herkes dizani ku Rêbertî bi zemîna li Suriyê re sîstemekî dabû ava kirin. Têkîliyê dostanî dabû avakirin, herkes dihat hevpeyvîn dikir, mereq dikir, ev APO kî ye, çima evqas dinyayê dihêjîne. Bala hemû cihanê dikişand ser xwe. Wekî navenda siyasetê lê hatibû. Ji xwe gelek şoreşger jî ji vê îlham digirtin, sûd vegirtin. Xwestin vê zemînê jî ji holê rakin.”

Endama Koordînasyona PAJK’ê Berîtan Cûdî bal kişand ser hêlên komplo yê ta asta navnetevî  û got berê fuzeyan dan Suriyê û bi şer dest bi gefan kirin. Cûdî di nirxandinên xwe de anî ser ziman ku hinek baweriyên ku hatibûnn dayîn jî hebûnn, wekî ku heger Ocalan ji Suriyê derbikeve yê îlticaya sîyasî bidin û xwedî lê derbikevin. Cûdî got ev hemû derew derket û wiha berdewam kir; “Komplo bi vî rengî hate berdewam kirin. Mijar ne tenê derketina Rêbertî ji Suriyê bû. Piştî wê jî hate berdewam kirin. Wekî ku ji bo Kurda re mafê pênabertiyê nebû. Li ser bostekî ax jî pêwîst bû li ser nemîne. Zemîna ku Rêbertî li Avrupa bikare kar bike, bi berdewamiya komplo re xwestin pûç bikin. Ev hevkar ji xwe hertim di nav tevgerê de bûn. Ev yek di  15’ê Sibatê de jî hate dîtin ku Tirkiye ne tenê ye. Hêzên navnetevî yên di nav komplogeriyê de, devletên hegemonîk, yên ji wan re tê gotin’ hêzên super’ hemû bûbûn yek.”

Cûdî bal kişand ser tavîzên her ji bo Tirkiyê hatibûn dayîn û got vê carê bûye sedem ku  pêşiya wê nikarin bigrin û ev yek herî baş di şexsê Erdogan de îro tê dîtin. Cûdî got Tirkiyê jî dixwaze bibe wekî wana û dixwaze bibe hêza sereke ji ber wê jî wan hevkaran guhdar nake. Cûdî got her çiqas nakokî di nav wan de hebe jî dema mijar dibe menfaatê wan dîsa hevkariya xwe didin domandin, wekî hevkariya dawî navbera Tirkiyê, irak û Îranê de. Cûdî wiha got; “Tirkiyê dixwaze bibe Emerikaya duyem, israil, ingiltere, Elmanya ya duyem. Vê carê  ew rola pasîf ji xwe re qebûl nake. Di şexsê komployê de tê dîtin ku jixwe van hêzan li hemberî hevdû jî komplo kirine. Wekî dibêjin tu bîrê bikole dibe ku tu jî bikevî nav wê bîrê. Jixwe ew jî ketine  çalake ku  wan kola yee. Li Rojhilata navîn ketine çiraveke  wisa de, êdî nikarin xwe jê xilas bikin.”

OCALAN NAŞIBE SEROKÊN DIN

Endama Koordînasyona PAJK’ê Beritan Cûdî, sedema  ew asta xwedî lê derketina li Rêberê Gelan Abdullah Ocalan nirxand û got; “Çalakiyên ku hatin kirin rastiya Rêber APO jî da nîşan. Bandora Rêber APO li ser mirovan çi bû da dîyar kirin. Em bi xwe dizanin gelek Serok hene, ji bo wan jî bedel hatine dayîn. Di ber wan de berdêl hatine dayin.. Lê belê piranî Serok piştî ku jiyana xwe ji dest dane xwedî li van derketin, qedir û qimeta wan hate dîtin, rastiya wan hate fam kirin, rêka wan hate şopandin. Lê belê Rêber APO hê  di jiyanê de dema ku  mûyekî pora wî ziyanê bibîne,, heger mudaxele bikin her beşê civakê li ser pêçikê bû, hişyar bû. Ev yek rastiya Serokatî dide nîşan.” 

Cûdî anî ser ziman ku bi 9’ê Cotmehê re hate fam kirin ku êrîşek li hemberî Ocalan pêk tê û ev êrîş wekî êrîşek li hemberî hemûyan hate fam kirin. Cûdî got ji ber wê yekê bi ruhekî seferber bi giştî rabûna ser piyan. Cûdî wiha got; “Bi gelê xwe, bi zarokan, bi zindanan, bi kalan, hemû beşên baweriyan, li her çar parçê Kurdistanê, li hemû cihanê hejîjînek çêbû.. Di heman demê de ruhekî hevbeş jî da çêkirin. Ev komplo ji xwe nehate qebûl kirin, nehate semax kirin. Ji ber vê jî bersiv dayîna wê pir dijwar bû. Gelek welat, devletan gotin hûn tenê çalakiyan bidin sekinandin hûn çi dixwazin bikin, taybetî ji bo çalakiyên xwe şewitandinê digotin. Digotin ku gelê wan reht dibe, nikaribûn rakin. Ji bo insanekî mirov çawa dikare xwe bişewitîne, biteqîne, ev fam nedikirin. Ev ruh ji kû tê, ev bawerî çawa hatiye avakirin, pê bawer nedikirin. Ev yek berhema Rêber APO ye. Ruhmê hemû tiştan Rêbertî got ji bo min tiştên wisa nekin, herî zêde ji bo gelê xwe azadiya xwe pêkhateyan tekoşîn bidin, ez nikarim vana rakim. Rêbertî ev yek qebûl nedikir.”

EM ZINDANÊ JI DIJMIN RE BIKIN ZINDAN

Endama Koordînasyona PAJK’ê Berîtan Cûdî li ser zextên li girtîgehan û rewşa girtiyan axivî û got pêwîst e zindan li dijmin bikin zindan. Cûdî anî ser ziman ku pêwîste ev mijar wekî mîlîtantiya PKK û PAJK’ê bê nirxandin û bilêv kir ku şerkirin ne tenê çek girtine an jî di zindanan de ketina grevên birçî bûyînê an jî rojiya mirinê ye. Cûdî anî ser ziman ku ya girîng asta berxwedaniyê li ser bingeha vê xetê ye û mînaka girtiyên azadiyê yê nemir Mazlum Dogan û Sakîne Cansiz da. Cûdî wiha got; “ya ku Mazlum Dogan kir Mazlum Dogan çalakiya wî tenê nebû, sekna wî ya berxwedaniyê di asta jiyanî de bû. Bi hemû hucreyên xwe ve yek rastiya dijmin qebûl nekir. Şêweyê dijmin qebûl kir, bi vî rengî uslubê yekî şoreşger çiye di xwe de da nişan dan. Şêwaz û tercîhên sîstemê qebûl nekir, bi xwe terz û tercîha jiyana nû çiye herdem ev  da diyar kirin, ew têkîliyên vala û çewt yên ku dijmin ferz dike di şexsê xwe de bi pêşxistina hevaltiya xurt wekî bersiv da diyarkirin.” Cûdî behsa ruhê partiyê yê berxwedêr kir û bal kişand ser ku pêwîst e ew ruh di asta jiyanê de bê diyar kirin. Cûdî di berdewamiya nirxandinên xwe de wiha got; “Em wekî mînak dibêjin Mazlum Dogan, ji berk u  di zindanê de yê çalakiya yekem kir ev heval e. Di giştî de ruhê partiyê ya ku mirovan berxwedêr dike ew ruh e. Ji bo wê jî rastî di asta partî de em di zindanan de çawa dijîn pêwîst e bê pirsîn û bersivandin. Niha di zindanan de yekî herî zêde xwedî derfetê fam kirina Rêbertî ne, hevalên di zindanan de ne. Xeta Rêbertî çiye, xwedî lê derketin çawa dibe, yên ku herî zêde bikare fam bike, lêkolîn bike ew in.”

Cûdî got  mirov dikare bibêje ku Rêbertî mêvanê girtîyên azadiyê ye, girtî jî li gel Ocalan in û anî ser ziman ku sîstem herî zêde êrîşî terzê jiyanê ya komuna di zindanê de dike û balkişand ser ku ew jiyana komûn dibe sedem ku tikes xwe tenê û bi serê xwe mayî hîs neke. Cûdî wiha dom kir; “Jixwe yê ku jiyana partiyê di xwe de ava bike, dizani yê çawa berxwe jî bide. Ew sekna li hemberî dijmin diyarkirin jî berxwedaniye. Asil berxwedanî ew e. Yê ku jiyana şoreşgertî temsîl bike û bi rastî jî xwe bi vê dawayê re bike yek, dizane yê kijan çalakiyê bike, kijan deng vedide, kijan encam digre, kijan heya dawî dikare biçe, yê vana bizanibe. Heval jiyana xwe çawa dinirxînin, çawa watedar dikin, ev girîng e. ‘’

DIBE KU LI DERVE  MEJÎ Û DIL GIRTÎ BE

Cûdî bal kişand ser ku eger girtî watê bidin rewşa tê de ne, yê dualîtiya gotina azadî, dîl, êsîrİyê bibînİn. Cûdî di vî mijarê de nirxandinekî balkêş kir û wiha got; “ew gotin bi rastî jî cih diguhere, du aliye. Dibi ku li derve bî lê esaretê bijî, ku bi milyonan insan jî ji xwe wisa ne. Dibe ku tu ne di zindanê de bî lê zindan di dilê tede, di mejiyê te de be. Dualibûyînek heye di van xalan de, lê dibe ku di zindanê de bî lê seknekî azad bidî diyar kirin. Ya mihûm jî ev e. Destpêkê pêwîste ev dualîbûn bê çareser kirin. Em destpêkê çawa nêzî azadî û esaretê dibin pêwîste were fam kirin. Heger em mezin bifikirin ti zincîr nikarê wî girê bide. Em mezin bifikirin, ti dîwar nikare asteng bike. Em destpêkê vê xalê bizanibin.” 

Cûdî dubare anî ser ziman ku sîstem berî her tiştî jiyana komunê ya girtiyan dike hedefa xwe ji ber vê yekê jî pêwîste di wê jiyanê de israr bê kirin.  Cûdî binxêz kir ku ew jiyana komunê ya yekîtiya ruhî daye çêkirin û ji hêstên  ku tu tenêyî û tecrîtbûyî diparêze. Cûdî behsa mijara destavêtina li girtîgehan jî kir û got; “Ya ku dest davêjinê  ne tenê bedena şexs e. Xwestin vê jî dawiyê wisa bikin. Lê ya rastî xwestin dest bavêjin jiyana me ya komunê. Dest dirêjî wê kirin. Di mijara jiyana partiyê de ti awayî pêwîste tavîz nebe, di helwest, jiyan, sekin de zelal bûyîn gerek hebe. Ya ku dixwazin tasfiye bikin, xira bikin jiyana partiyê ye. Çawa ku ruhê partiyê Heval Mazlum, Heval Sara wan di zindanan de di xwe de ava kirin, ev ruhê partiyê îro ji her demê zêdetir girîng e” 

KOMPLO LI HEMBERÎ JINÊ YE JÎ

Endama Koordînasyona PAJK’ê Berîtan Cûdî behsa keda Rêberê Gelan ji bo çareserkirina pirsgirêka jinê jî kir û anî ser ziman ku Ocalan her xwest pêngavekê di mijara jinê de bavêje û bal kişand ser nirxandina Ocalan a  xemginiya wî ji bo nîvcomayîna projeya jinê. Cûdî wiha berdewam kir; “Ji bo pirsgirêka jinê ku têra xwe girîng e û hatiye asta şikanandina gerdunî li ber çava ye. ji ber vê jî di asta gerdunî de Serokatî her xwest pêngavekê di şexsê jinê de pêk bîne. Piştî komployê jî dema cara yekem hevdîtin bi Rêbertî re çebû, Serokatî got ku tenê tiştekî ku ez li ber dikevim heye ew jî nîvcomayîna projeya min ya jinê ye. Serokatî herî zêde li ser rastiya jinê fikirî, ji ber wê jî projeyên cur be cur ji zindanê jî pêşxist ji bo destek bide xebatên me.” 

Cûdî anî ser ziman ku berî komploya 9’ê Cotmehê hem artêşa jinê hatibû avakirin, hem bîrdoziya azadiya jinê hatîbû îlan kirin. Cûdî wiha nirxand; “Piştî 9’ê Cotmehê partîbûna jinê çêbû. 1999’an hate damezrandin. Heman demê piştî wê li ser partîbûyînê, li ser rastiya artêşbûyînê sîstema jinê hate ava kirin. Herî dawî temsiliyeta wê jî KJK ye. Sîstema jinê hate ava kirin. Rêbertî ji zindanê herî dawî mizginiya jineolojiyê da me.”

Cûdî wiha got; “Taybet parastina cevherî bala hemû cîhanê kişand. Jin çawa xwedî li rastiya xwe derdikeve, di gelek xalan de, ne tenê bi gotin, bi rastî jî bi çalakiyan yê parastina xwe çawa bike. Rêbertî ev hêz û şans da jinê. Ew derfet da. Ew bawerî da jinê da ku bikaribe xwe bi xwe biparêze. Hem di şexsê xwe de pêş xistin çêbû hem jî  da cîhanê jî. Ger em ji 9’ê Cotmehê  û vir ve binirxîninn, komploya li ser Serokatî hate kirin lii ser jinê jî hate pêkanîn. Me wiha nas kir,, pênasekir û em ê wisa bibînin. Komployeke li ser jinê ye jî. Rêbertî digot hûn di çarmîxekî ji ya min xirabtir de ne. Serokatî nebêje jî jin her bi komployan rû bir û  maye. Jixwe komploya yekemîn jî li dijî jinê hatiye kirin. Ji bo vê jî em vê bizanibin, taybet wekî Serokek, wek hevalak jinê ye, Rêbertîya jinê ger komployek lê hatibe lidarxistin, em xwe jê qut nagirin.. Ji xwe yê herî tûj dij derket, bertek nîşan da, qebûl nekir jin bû. Van çiqas xwestin jinê di asta gerdunî de bişkênin, Rêbertî ji xwest asta gerdunî de azadiya jinê, xilasiya jinê pêk bîne.”

Cûdî Civata Giştî ya 8. a KJK’ê silav kir û anî ser ziman ku jina Kurd li her derê ji bo cîhanê pêşeng e di nirxandinên xwe de konferansa dawî ya li Latîn Amerika pêk hat jî silav kir.

EM ÇI BIKIN  PÊWÎSTE JI BO RÊBERTÎ BE

Endama Koordînasyona PAJK’ê Bêrîtan Cûdî got ku pêngava ji milê KJK’ê ve ji bo Ocalan hatiye destpêkirin pêngavekî pir alî ye û anî ser ziman ku hêlên wê ya bîrdozî, siyasî, hiqûqî, dîplomatîk, leşkerî heye. Cûdî nirxandinên xwe ji bo vê mijarê jî wiha domand; “Em pêwîst e pir alî binirxînin. Destpêkê fikrê Rêbertî bi xwe pêwîst e em fam bikin û belavî cîhanê bikin. Ji ber dixwazin fikrê Serokatî tecrit bikin. Dixwazin pêşiya sîstema Serokatî dideyne holê bigrin. Ji ber wê em bizanibin, em çi bikin pêwîst e ji bo Rêbertî be. Çalakî girîng e. Lê belê em çi karî bikin pêwîst e ji bo Rêbertî be. Rêbertî dibêje, ger gel xwe azad bike, gel bê azad kirin ji xwe ez ji azad im.” 

Cûdî her wiha anî ser ziman ku di hêla neteweya demokratîk de jî çi kar bê kirin, ev yek ji bo rastiya Ocalan de, asta sosyal, siyasî, çandî, aborî, zîhniyet de dikeve hîzmeta azadiya Ocalan. Cûdî bi van gotinan nirxandina xwe bi dawî kir; “Çi kar bê kirin em bizanibin ku ji bo azadiya Rêbertî ye. Bi vê hêst û hizirê  pêwist e em li tecrîtê binêrin û pûç bikin.. Ji bo wê pêwîs te herkes li nasnama xwe xwedî derbikeve. Rêbertî digot, tena serê xwe jî bim ez nahêlim kes gelê Kurd bide perçiqandin. Ez ê xwedî li vî gelî derbikevim. Li ser vê esasê herkes pêwîste xwedî li rastiya xwe derbikeve, xwedî li lêgerîna xwe ya azadiyê lê derbikeve. Wê demê tecrît dikare were hejandin. Ya rastî em çiqas di bertekê xwe de radîkal bin em ewqas di azadiya xwe de radikal in. Em çiqasî di bertekên xwe de zelal bin em ewqasî di azadiya xwe de jî net dibin. Em çiqasî li hemberî dijmin dijwar, tûj û radîkal bin em ewqas jî ji bo pêkhateyên paşeroja xwe jî radîkal dibin. Xwedîderdetina li Rêbertî xwedîderketina li azadiya me ye. Em vê tecritê têk bibin.”